Li Çanakkaleyê çalakiya piştevaniya bi meşvanên Cûdî re hat lidarxistin

Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê ji bo piştevaniya bi Meşa Cûdî re daxuyaniyek da û got: “Em ê ji Kazdaglarê ber bi Cûdiyê ve, li dijî polîtîkayên şer li ber xwe bidin.”

Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Qada Îskeleyê ya li Çanakkaleyê ji bo ku pişgiriya xwe ya ji ekolojîstên ku tevlî Meşa Cûdî bûn re nîşa bidin, daxuyaniyek a çapemeniyê dan.

Gelek aktîvîstên ekolojî û xwezayê tevlî daxuyaniyê bûn. Her wiha pankarta “Em li Dijî Şer Li Dijî Talanê Xwezayê Diparêzin” a ku jinan bi keda dest boyax kir û dovîzên “Dawî ji tunekirina daran û bêdaristan hiştinê re”, “Ji Kazdaglarê ber bi Cûdiyê ve têkoşîn” û “Li Şirnexê qetilkirina xwezayê heye” hatin hilgirtin.

Endama Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê Bûrcû Ozaydin daxuyanî xwend. Ozaydin diyar kir ku li Şirnexê û hemû welat qetilkirin û talana xwezayê heye û wiha got: “Bi salane li ser erdnîgariya Kurdistanê ji ber şer, operasyon û pevçûnan ne tenê mirov, lawir û daristan tune dibin û hilweşînek mezin a ekolojîk çêdibe. Ev nêzî du salin bi hinceta ewlehiyê li bajarên Kurdan bênavber dar tên birîn. Li herêmê qetlîama daristanan gihiştiye astên bi fikar.”

HILWEŞÎNA ŞER

Ozaydin bal kişand ku bi salane bi şerên tên kirin daristan, lawir û xwezaya li hêrêmê zirar dibînin û wiha pêde çû: “Bi hinceta operasyon, ewlehiyê û qereqolan daristan veguherîne herêmên leşkerî, dar hatin birîn, daristan hatin tunekirin û ekosîstem zirarek giran dît. Bi şewatên ku ji ber şer çêbûn, bi hezaran hektar qadê xwezayî hişk bûn.”

TALANA EKOLOJÎK A LI ŞIRNEXÊ

Ozaydin bi bîr xist ku li Şirnexê di sala borî de li 5 cihên cûda şewatên daristanan çêbû û anî ziman ku di encama şewatan de gelek qadên kesk zirar dît. Ozaydin destnîşan kir ku ev yek bi dest cerdevanên li herêmê tê kirin û got ku bi dîmenan xuya dike ku her roj bi dehan qamyonên daran dibin cihê bazirganiya daran. Her wiha ragihand ku li heman qadê rûhsatên madenan tê derxistin û got ku li bajar rojê nêzî 15 qamyon bi 100-150 ton daran bi rê dikevin.

‘EM Ê JI KAZDAGLARÊ BER BI CÛRIYÊ VE LI BER XWE BIDIN’

Bûrcû Ozaydin axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em weke kesên li Çanakkaleyê têkoşîna ekolojiyê didin û parastvanên jiyanê, ji Çanakkaleyê ber bi Kazdaglarê ve qîr dikin. Em li dijî talan û qetlîama ku li her derê welat, radibin. Şer, hilweşîna herî mezin a ekolojîk e. Em qebûl nakin, em ê ji Kazdaglarê ber bi Cûdiyê ve li dijî vê polîtîkayên şer li ber xwe bidin. Em bêdeng namînin.”