Koordînasyona Heskîfê: Hîn jî dereng nîne!

Koordînasyona Heskîfê bang li raya giştî kir û ji bo rizgarkirina Geliyê Dîcleyê got, "Hîn jî dereng nîne."

Koordînasyona Heskîfê bi sernavê "Li Heskîfê ji qiyametê re kêm maye, Beriya ku av li Benava Ilisûyê bigewime dest jê biqerin" daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, gola bendava Ilisûyê ku heta niha 35 gund di nava avê de hişt, gihîştiye Heskîfê ku yek ji mîrateyên xwezayî û çandî yên herî girîng ên navneteweyî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji meha Tebaxê ve malbat yek bi yek ji Heskîfê tên derxistin û 40 malbat ji ber ku bêmal mane û nizanin wê heywanên xwe bi ku ve bibin li Heskîfê ne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel xisara heta niha li Geliyê Dîcleyê bûye hîn jî ew dikarin pêşî lê bigirin û hate gotin, "Em çiqasî zû ji projeya Ilisûyê vegerin ew qezeneke ji bo me û nifşên nû. Divê ji hikumetê bê xwestin ku dawî li projeya benavê bê anîn. Rewş lezgîn e û dem zêde nîne."