Komxebata ziman di roja 2'emîn de ye

Komxebata Tora Çand û Ziman a li Amedê di roja duyemîn de ye.

Yekemîn Komxebata Ziman a Tora Çand û Ziman ku doh dest pê kir di roja 2'emîn de li navçeya Sûr a Amedê dewam dike. Nivîskar, akademîsyen, perwerdekar, weşanger, karsaz, nûnerên saziyên jinan û çand û hunerê jî di nav de nêzî 300 kes tevlî bûn. Mijarên ku di komxebatê de tên nîqaşkirin wê bibin raporek.

Di raporê de wê bi sernavê "Çareserî çawa dikare bê kirin" tespît werin kirin. Di dawiya komxebatê de wê nexşe û rêvebernameya torê bê xwendin.

Komxebat li çapemeniyê girtî dewam dike.