KNK'ê cejna Paskalyayê li bawermendên Mesihî pîroz kir

KNK'ê cejna Paskalyayê li gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî û tevahiya bawermendên Mesihî pîroz kir û got, "Em hêvî dikin ku ev cejn, di seranserê cîhanê û welatê me de, bibe wesîleya aştî û aramiyê."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Paskalyayê peyameke pîrozbahiyê weşand.

Peyama KNK'ê wiha ye:

"Îro cejn e, roja qiyamê ye, roja rabûnê ye, cejna Paskalyayê ye. Di demekê de ku gelên Mezopotamyayê û gelên li Kurdistanê di qonaxeke dîrokî de ne, cejna Gelê Asurî-Suryanî-Kildanî û hemî bawermendên Mesîhî li her çar parçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin.

Her sal gelê me yê Mesihî, bi taybetî peyrewên mezhebê katolîk, yekem roja yekşemê ya serê Nîsanê weke roja (qiyamê – rabûnê) Paskalya yê, cejnê pîroz dikin.

Îsal ev roj û ev cejn di qonaxeka dîrokî de bi ser gelên Kurdistanê re dibihûre. Ev heyam qonaxeke ji bo gelên deverê bi giştî û yên Kurdistanê bi hemû çîn û etnîkên wê ve çarenivîssaze. Şoreşa gelan a li dijî zilm û dagirkeriyê, gelên Kurd, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ereb, Ermenî  û hwd. hembêz dike û li tevahiya cîhanê deng vedaye. Di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna Paskalyayê, wê hêzeke mezin û îradeyeke bi hêztir bide yekîtî û berxwedana hevpar a ji bo damezirandina civakeke wekhev û pêkve jiyana bi aştî û bexteweriyê.

Em weke KNK, bi germî cejna Paskalyayê li tevahiya bawermendên Mesîhî û hemû gelên Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn, di seranserê cîhanê û welatê me de, bibe wesîleya aştî û aramiyê."