Keleş: Hurmeta li axê, hurmeta li jiyanê ye

Serokê Tarim Orkam-Senê Ahmet Keleş diyar kir ku divê civak li hilberîna xwe ya berê vegere û got, yekane rêya çareseriyê jî hurmeta li axê ye.

Serokê Tarim Orkam-Senê Ahmet Keleş diyar kir, ku di encama polîtîkayên neolîberal ên hikumetê de cotkar ji gundan koçî bajaran kirin û anî ziman, ku ev koçberî mîna keda erzan dibe sedema kedxwariyê. Ahmet Keleş her wiha bal kişand ser rizîna civakî.

Serokê Tarim Orkam-Sen'ê yê Çandiniyê Ahmet Keleş li ser koçberiya ji gundan a ber bi bajaran ve û kêmbûna hilberîna ji ber zêdebûna buhayê zibil, mazot û ceyranê ji ANF'ê re axivî.

'QADÊN ÇANDINIYÊ TEV KIRIN BETON'

Keleş anî ziman ku koçkirina hilberîneran ji gundan ber bi bajaran ve encama pergala neolîberal, sermayedar a hikumetê ye û wiha got: "Em dibînin ku di nava 10 salên dawî de 13.2 milyon hektar qada çandiniyê nehatiye bikaranîn. Ji 4,5 milyon kesên ku di odeyên çandiniyê de qeydkirî ne tenê 500 hezar dikarin deynê xwe bidin. Cotkar nikarin deynê xwe bidin û ev jî dibe sedema bidawîbûna hilberînê. Di vir de nêzîkatiya îdeolojîk a hikumetê tê nîqaşkirin. Hikûmet her cihî dike qadeke betonê, qada çandiniyê dikuje, polîtîkaya ku sermayê bi piranî li ser îthalatê dewlemend dike dimeşîne. Di encama van polîtîkayan de bi koça ji gundan ber bi bajaran ve feraseta keda erzan rû dide. Tirkiye niha îhaleyan vedike da ku zeviyên bêber ên Cezayîrê ji bo çandiniyê bi kar bîne. Bi mîlyaran dolar dirijîne van deveran, lê zeviyên xwe yên çandiniyê dike beton û dibe welatê ku li ser axa xwe bi belavkirina karbonê herî zêde beşdarî germbûna global dibe. Em hemû encamên vê bi hev re dibînin. Xwarin bi zorê bi destê mirovan dike."

NETEWEPERESTÎ TÊ SORKIRIN, GEL FEQÎR DIBE

Keleş destnîşan kir ku di encama polîtîkayên sermayedar ên dewletên netewe yên weke Tirkiyeyê de gel feqîr bûne û sermaye jî zêdetir qezenc kiriye û wiha got: "Her ku sermaye mezin dibe, rêjeya bêkariyê jî zêde dibe, birçîbûn çêdibe. Ol û neteweperestî li ser vê yekê xwe xwedî dike. Piştre jî têgihiştina 'şikir' derdikeve holê. Îro sedema sereke ya di bin pêxistina netewperestî û polîtîkkirina olê de polîtîkayên neolîberal ên desthilatdariyê û têgihîştina rêveberiya bi sermaye-mêtingehkirin, keda erzan e. Dewlet li aliyekî dibêje miletê me, ala me, axa me, lê li aliyê din bi sermaye kar dike. Ceyrana ku em îro dikirin, ji ber ku piştî 17 şîrketên taşeronên cuda digihîje me, pir buha dibe. Gel bi kurtasî sermayê xwedî dike. Lewma sermaye tê wateya netewe-dewletê bi xwe."

'DIVÊ LI HILBERÎNA BERÊ VEGERIN'

Ahmet Keleş diyar kir ku weke Tarim Orkam-Senê ew ê komxebatekê li dar bixin û li ser pêşniyarên çareseriyê nîqaşê bikin û wiha got: "Divê civak li hilberîna xwe ya kevneşopî vegere. Divê em bibînin ku qutbûna ji gundan qutbûna ji jiyanê ye û ev tê wateya rizîna civakî. Di 28’ê Gulanê de li Mersînê wê komxebatek me li ser birîna civakî wê pêk were. Tirkiye dikeve pêvajoya hilbijartinê, ji ber vê em partiyên siyasî, bi taybet gelê Kurd ên ji gundan ber bi bajar ve hatine koçkirin û di bin şert û mercên giran de tên xebitandin, karkerên demsalî vedixwînin komxebata xwe. Yekane rêya çareserkirina vê pirsgirêkê, hurmeta li axê ye. Hurmeta li axê tê wateya hurmeta li jiyanê."