Griffiths ku li paytexta Somalî, Mogadîşu civîneke çapemeniyê li dar xist, bal kişand li ser daneyên herî dawî yên xelayê. Griffiths, nîşaneyên xelayê yên meha Cotmeh û Kanûna îsal li başûrê welat navçeyên Baidoa û Buurhakabanê aşkere kir.
Griffiths ku roja Pêncşemê gihîşt Somaliyê diyar kir ku wî di serdana xwe ya li Baidoa de "zarokên pir kêmxwarin û bi zorê diaxivin" dît. Serokê OCHA got ku ew ji êş û jana ku gelek Somalî dikişînin pir xemgîn bûye. Her wiha Serokê OCHA’yê Baidoa wekî "navenda karesata nêzîk" bi nav kir.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, bi giştî 7,8 mîlyon mirov, yanî hema nîvê nifûsê di bin bandora ziwabûna dîrokî de ne û ji wan 213 hezar kes di bin xetereya birçîbûnê de ne.
Ji sala 2021’an û vir de, ji ber birçîbûn û tîbûnê zêdetirî mîlyonek mirov ketine li ser rêyên koçberiyê. Welat di nava deh salan de ziwabûna xwe ya sêyemîn dijî. Li gorî OCHA’yê, ziwabûna heyî "ji hêla demdirêjî û giraniyê ve ji ziwabûna tirsnak ya 2010-2011 û 2016-2017 derbas bû."
Somalî di salên 2011-2012’an de ji ber xelayê nêzî 260 hezar kes mirin û nîvê wan zarokên di bin 5 salî de bûn.
Di nava salên Tîrmeha 2011’an û Sibata 2012’an de li başûr û navenda welêt di sektorên cûda de xela hate ragihandin. Di sala 2017’an de ji ber seferberiya demildest a civaka navneteweyî welat ji karesatek nû hate rizgarkirin.
Lê belê îsal ji ber rewşa lezgîn a mirovî ya li Yemen, Efxanîstan û Ûkrayna gelek bangên rêxistinên sivîl ên mirovahî û Neteweyên Yekbûyî ji bo ku ji trajediyê dûr bikevin, ne tenê li Somalî, lê li seranserê Kevana Efrîkayê (Etiyopya, Kenya) kêm zêde bal kişand.
Somalî û welatên din ên li herêma Qiloçê Efrîkayê, di dema herî nebaş a ziwatiya dehan salên dawî de ne. Çar demsal in li pey hev baran nebariya ye. Saziyên alîkariyê bi mehan e li ser xelayê hişyariyê didin.