Ji ber hişkesalî û germa zêde çûk ji asîmanan dikevin

Her sal bi hezaran çûk ji ber germa zêde jiyana xwe ji dest didin. Îsal jî ji ber germa zêde li Pakistan û Hindistanê çûk ji asîmanan ketin.

Gerrmahiya zêde bandoreke mezin li ser çûkan dike. Li Hindistan û Pakistanê ji ber germahiya zêde çûk ji asîmanan dikevin.

Li Pakistanê germahî derket 51 dereceyan. Li gorî sala 2022’an ev jî li dinyayê dibe germahiya herî zêde. Beytar Gira Şah ji rojnameya Le Parîsîen a Fransayê re axivî û diyar kir li Ahmedabab a li rojavayê welat rojane 60 çûk ji asîmanan dikevin.

Li Hindistanê ya ku germahî derketiye ser 45 dereceyan jî heman rewş heye. Gelek gol miçiqîne û qalikê req û kîsoyên mirî li ser zemîna golê çêbûne. Li hinek bajaran çûkên tî, ji asîmanan dikevin.

Midûrê Komeleya Bîrdlîfe Sûîsse ya Swîsreyê Françoîs Tûrrîan diyar kir divê çûkên varik rojê du caran avê vexwin. Tûrrîan got “Divê çûk karibe xwe bişon jî. Bi vê re dema ew perîkê xwe şil dikin, parazîtan dikujin, ji bo ku av ji perîkê wan derbas nebe, nerm dibin.”

Hinek cureyên ku tov dixwin, divê avê zêdetir vexwin.

Zanyaran çûkan diyar dikin mirov kabeke biçûk a avê deyne şaneşîn an jî baxçeyan, wê ev tişt ji bo çûkan gelekî baş be.