Heywanên berî ku ji ber xebatên mirovî direvin, qir dibin

Li gorî lêkolîneke kovara Nature Ecology & Evolution hin heywanên berî ku ji ber aktivîteyên mirovî qadên xwe yên jiyanê berdidin têne ber qirbûnê.

2019'an li gorî lêkolîneke ku Neteweyên Yekbûyî (NY) weşandî hatibû destnîşankirin li tevahiya cîhanê ji sêyeka xaka cîhanê zêdetir û 40 ji 100'î yê okyanosan zêdetir ''ziyaneke giran hatiye ser wa''. Lêkolîna ku dawî hatî weşandin tespîtên beriya niha piştrast dikin.

Li gorî lêkolîna di kovara Nature Ecology & Evolution de weşiyayî ku zanyarên Ewûstralyayî kovarî derdixin, aktîvîteyên mirovî karîgeriya hilweşên li ser bi sedan celebên heywanan dikin. Di lêkolînê de înşeatên rêyan, turîzm, sektora kêf û şahiyê, hilgêrî, masîgerî û nêçîrvanî hatin destnîşan kirin û hate diyar kirin taloke li ser 167 celebên heywanan heye.

Li gorî lêkolînê gelek heywanên berî ji bo ku ji mirovan dûr bikevin 70 ji 100'î zêdetir ji ya normalê divê tevbigerin.

Tevgerên sêyeka wan heywanên ku lêkolîn li ser wan hatiye kirin nîvî nîvî yan zêde bû an jî kêm bûye. Ji ber tevgera zêdetir an jî ji ber ku nekarîn enerjiya hewce bistînin, ev li ser jiyana wan dibe talokeya herî mezin.

Li gorî lêkolînê tenê sala 2020'an 36 celebên heywanên berî qir bûne û di nav van de de hin celebên biguhan jî hene.