HDP'ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

HDP'ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, “Em ê bi hev re, bi hevgirtina ligel Êzidiyan ji vê kavila tundiyê derkevin.”

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari bi daxuyaniyekê Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir.

Hatîmogullarî got, “Çarşema Serê Nîsanê an jî Çarşema Sor ku ji aliyê gelê Êzidî ve weke destpêka biharê tê pejrandin û weke roja yekem a sala nû tê pîrozkirin; ew roj e ku hem gerdûn hem jî cîhan ava bûne."

'ÇARENÛSA BI HEZARAN JIN Û ZAROK NE DIYAR E'

Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Êzidî ji ber bawerî, ziman, çand û nasnameya xwe 73 caran hatin qetilkirin, ku komkujiya herî dawî jî li Şengalê pêk hat. Fermana 73. li ber çavê tevahî cîhanê çêbû. Ji qirkirin sala 2014’an û vir ve, çarenûsa bi hezaran jin û zarokên di destê çeteyên DAÎŞ'ê de dîlgirtî ne, nediyar e. 18'ê Nîsanê ku ji aliyê gelê Êzidî wek arîfeyê Cejna Çarşema Sor tê zanîn, careke din êriş li wan hate kirin. Êşê civaka Êzidî em ji dil ve hîs dikin. Em ê bi hev re, bi hevgirtina ligel Êzidiyan ji vê kavila tundiyê derkevin. Û em ê hemû rojên ku em ê cejnên ne bi êş, lê bi tama cejnê pîroz bikin bibînin.

Em hêvî dikin ku Cejna Çarsema Sor ku ji bo Êzidiyan qenciyê teqez temsîl dike, bibe mizgîniya azadiya jin û zarokên Êzidî û azadiya gelê Êzidî.

Bi hêviya tevahî gel û bawerî bi awayekî azad di nav hev de bijî, Cejna Çarşema Sor ku sembola jiyana nû ye; em hêvî dikin ku bibe sedema aştî, azadî, edalet û wekheviya hemû mirovahiyê û cejna gele Êzidî yê kevnar pîroz dikim.

Cejna pîroz Çarşema Sor a Gelê Êzidî pîroz be!"