Gundî li dijî birîna daran nobedê digirin

Gundiyên Kîrazliyayla ku cara duyem birîn daran a şirketên dixwazin tesîstên flotansyon ava bikin ku li serê gundên Bûrsayê bûne bela, dana rawestandin û dest bi nobedariyê kirin.

Gundiyên Kîrazliyayla ya navçeya Yenîşehîr a Bûrsayê hefteya borî birîna daran a kargeha madenê ya bi navê Meyra ku dixwaze tesîsên flotansyon ava bikin dabû sekinandin.

Şirket şewba vîrûsa Koronayê weke fersend bikar tîne û duh li gel jendermeyan berê xwe dan herêmê û dest bi birîna daran kirin. Gundiyên ku berê xwe dan herêmê jendermeyan pêşiya wan girtin, hate dîtin ku nêzî deh kamyon dar birîne.

Li ser nerazîbûna gundiyan birîna daran hate rawestandin.

Endama Platforma Derdorparêz a Yenîşehîrê Safak Erdem diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa Korona piştî hişyariyên ‘li mal bimînin’ û şûnde piştî ku gundî berê xwe dan malê karkerên şirketê yên ji vê fersendê digirin dest bi birînda daran dike.

Erdem diyar kir ku şirketê personelên xwe yên li herêmê zêde kir û ji nû ve dest bi birîna daran dike. Erdem destnîşan kir ku ji ber vê yekê gundiyan li herêmê dest bi nobedê kiriye.

Ji Komeleya Parastina Xwezayê (DOGANDER) Mûrat Demîr jî nerazîbûn nîşanî vê yekê da.