Gelên xwecihî pêşî li germbûna gerdûnî digirin

Derket holê ku gelên xwecihî yên ku li başûrê rojhilatê Brezîlyayê dijîn bi parastina daristanên ku wekî "pişikên dinyayê" têne binavkirin di germbûna gerdûnî de rolek diyarker dilîzin.

Li Amazonê ku mezintirîn daristanên tropîkal ên cîhanê ye, lêkolîneke zanistî hate kirin bê ka gelên xwecih ên ku jîngehên wan her ku diçe biçûktir dibin, di guherîna avhewayê ya li cîhanê de rola xwe çawa dilîzin. Encamên lêkolîna kovara PNAS Nexus a li herêma başûr rojhilatê Brezîlyayê ku gelan jê re dibêjin "Mata Atlantîca" zanyar matmayî hişt.

Li gorî lêkolînên ku li 129 herêmên cuda hatine kirin, gelên xwecihî yên li daristanên Atlantîkê (Atlantîk) yên li peravên Atlantîka Brezîlyayê dijîn, bi parastina jiyana xwezayî û parastina qadên daristanê, pêşî li zêdebûna germahiya gerdûnî digirin. Her çend daristanên navborî di nav deverên ku cihêrengiya xwezayî ya herî mezin lê hene, ew herêma daristanî ne ku li seranserê cîhanê herî zêde bi tunebûnê re rû bi rû ne.

GELÊN XWECIHÎ PARÊZVANÊN DARISTANÊ NE

Di lêkolînê de her wiha hat ragihandin ku ne tenê li Brezîlyayê, her wiha li Bolîvya û Kolombiyayê jî parastina qadên daristanî yên li herêmên ji aliyê gelên xwecihî ve dijîn, ji herêmên din ên Latîn Emerîkayê gelekî mezintir e. Ji bo vê jî zanyarên ku tevlî lêkolînê bûne ji bo gelên xwecihî têgeha ''parêzvanê daristanan'' bi kar anîne.

Bi taybetî li Brezîlyayê, di serdema Bolsonaro ya rastgir a tund de hilweşandina qadên daristanê bi lez zêde bû. Bi qanûnên ku ji aliyê Bolsonaro ve ji bo piştgirîkirina sektora çandinî û madenê hat derxistin, qadên daristanî hatin birîn û jîngehên gelên xwecihî bi tunebûnê re rû bi rû man. Tenê di sala borî de, rêjeya deverên daristanî yên li Brezîlyayê li gorî salên dawî du qat zêde bûye.