Gelên xwecihî yên Brezîlyayê li dijî hilberîna soyayê ya YE’yê têdikoşin

Greenpeace ji bo balê bikêşe li ser qetilkirina daristanên welatên wekî Brezîlyayê bi hilberîna soyayê ya Ewropayê de, hewil dide ku nehêle keştiyeke ji Brezilyayê hatiye bikeve nava Amsterdamê.

Greenpeace bi komek çalakvanan ketina keştiya ku 60 hezar ton soya ji Brezîlyayê ber bi Hollandayê ve dibir di derbasbûna ji bêndera Ijmuinden a Amsterdamê asteng kir. Çalakger diyar dikin ku polîtîkayên dexil û dan ên YE’yê li welatên pêşketî dibe sedema tune kirina daristanan.

Crîmson Ace keştiyeke kargoyê ya mezin e. Dirêjahiya xwe 225 metre ne. Keştiyên ku dixwazin bikevin bêndera Ijmuîden a nêzî Amsterdamê ji aliyê çalakgerên Greenpeace ve tên astengkirin. Komê li cihê çalakiyê pankarta bi nivîsa “Wêrankirina xwezayê rawestînin” daliqand û diyar kir ku polîtîkayên dexil û dan ên DYE’yê  li welatên pêşketî dibe sedema wêrankirina xwezayê.

Soya ya di keştiyê de ji aliyê welatên YE’yê ve wekî xwarina sewalan tê bikaranîn. Ji ber ku proteîn di soyayê de zêde heye di xwarina sewalan de tê bikaranîn.

Ji sala 1997’an ve daxwaza soyayê li seranserê cîhanê du qat zêde bûye. Yekîtiya Ewropayê di kirîna soyayê ji welatên derveyê xwe de li cîhanê di rêza duyemîn de cîh digire, her sal 33 mîlyon ton soya dikire. Ev hejmar hema hema bi qasê, rûpîvana Elmanyayê ye.

Qadên daristan ên ku li cîhanê tên tunekirin ji sedî 16 ji bo hilberînê tên bikaranîn. Bi taybetî li Brezîlyayê gel ji ber hîlberîna soyayê ji cîh û warên xwe dibe. Mafyayên ku ji bo şîrketên mezin dixebitin nûner û aktîvîstên heremê yên ku ji bo vê rewşê têdikoşin dikujin.

Greenpeaceyê da zanîn ku ji bo parastina gel û daristan û xwezayê divê welatên Ewropayê tevdîrên baştir bigirin.