Eko-qirkirin û pêkanînên dewleta Tirk -I-

Polîtîkaya eko-qirkirinê ya dewleta Tirk a li Kurdistanê xwe dispêre serdema Osmaniyan. Lê belê bi taybetî politikaya eko-qirkirin bi awayekî eşkere piştî salên 1990’î hema hema li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê belav bûye.

“...Ji paşa re gotin, Dêrsim xwedî çiyayên asê û daristanên bi heybet in; Her dar û şaxeke daristanan leşkerek e ku li hember artêşa Osmanî bêyî ku gavekê jî bi paş de biavêje şer dike; Wan diyar kirin ku heta ew daristan hebin Dêrsim wê qet têk neçe. Paşa vê carê biryar da ku daristanên Dêrsimê bişewitîne û wan çiyayên bilind û asê bê daristan bihêle. Ji bo ku bigihêje armanca xwe, ji Batumê di ser Trabzonê re miqdarek mezin petrolê anî Dêrsimê. Piştî ku her tişt amade bû, ji Kuzuçan û Çarsancakê dest pê kir, petrolê li daristanê reşandin û agir pêxistin, li vir tiştekî ku her kes matmayî bike pêk hat; Vê carê xweza li dijî Osmaniyan derket. Hewa ewrayî bû, çiya tarî bûn, paşê baraneke dijwar û teyrok, li gel bayên xurt barî û hewldana Osmaniyan pûç kir.”

Li gorî akademîsyen Pinar Dînç, gotinên jorîn ên derbarê salên 1887-1888’an de, di seyahet gera Ermenî Antranik de, ku di salên 1880’yî de li seranserê Dêrsimê geriyaye, cih digirin. Erdnîgariya Kurdistanê, ji Dêrsimê heta Şirnexê, ji Efrînê heta Başûr û heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û hewl tê dayin bê dagirkirin, di bin navê şewata daristanan, birîna daran, projeya HES’ê, çêkirina bendavê, kana qûm û mermer, rastî eko-qirkirinê tê.

Di vê rêzenivîsê de em ê li ser eko-qirkirin ku weke sûc tê hesibandin bisekinin, hiqûqnasên navneteweyî eko-qirkirin çawa pênase dikin û dewleta Tirk bi kîjan pêkanînan eko-qirkirin ya li Kurdistanê pêk tîne, rawestin. Armanca me li vir ew e ku em polîtîkaya eko-qirkirin ku weke polîtîkayeke dewletê tê meşandin nîşan bidin û tevkariyê li teza ku sûcê eko-qirkirin ku ber bi sûcekî navneteweyî ve diçe, ji aliyê dewletê ve li Kurdistanê tê meşandin bikin.

BER BI SÛCEK NAVNETEWEYÎ VE DIÇE

Beriya ku em derbasî politikaya eko-qirkirin ya dewleta Tirk bibin, em wateya peyva eko-qirkirin (qirkirina xwezayê) û rêveçûna wê ya ber bi sûcekî navneteweyî ve rave bikin. Wisa dixuye ku têgîna 'eko-qirkirin' yekem car ji hêla biyologê Amerîkî Arthur Galston ve di Konferansa Şer û Berpirsiyariya Neteweyî de li Washington DC di sala 1970 de hatî bikar anîn. Di sala 1972’an de, serokwezîrê Swêdê Olof Palme di axaftina xwe ya vekirinê de di Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya li ser Jîngeha Mirovan a Stockholmê de behsa têgîna 'eko-qirkirin’ kir. Di sala 1973’an de Richard A. Falk peymanek derbarê eko-qirkirin de amade kir ku tê de qebûl kir ku "mirov bi zanebûn an bêzanebûn, di dema şer û aştiyê de zirarek jêveneger dide jîngehê". Di sala 1985'an de Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Benjamin Whitaker, xwestiye eko-qirkirin li pênaseya ‘jenosîdê’ bê zêdekirin.

Di dawiya sala 2020’an de, Weqfa bi navê Stop Ecocide Foundation ji bo pênaseya qanûnî ya eko-qirkirin Panela Pisporê Serbixwe organîze kir. Panel ji 12 hiqûqnasên ji çar aliyê cîhanê yên bi paşerojên cihêreng ên pispor di hiqûqa sûc, jîngeh û avhewayê de pêk dihat. Endamên panelê hatin peywirdarkirin ku di nava 6 mehan de bi hev re bixebitin da ku pênaseyek pratîk û bi bandor a sûcê 'eko-qirkirin’ derxin holê. Panel bi şêwireke giştî ku pisporên derve û bi sedan dengên cihêreng ên ji çar aliyê cîhanê, ji perspektîfên wekî hiqûqî, aborî, siyasî, ciwan, bawerî û gelên xwecihî hatin cem hev. Pispor di navbera Çile û Hezîrana 2021’an de ji bo panelê di pênc rûniştinên ji dûr ve de hatin ba hev. Binkomên panelê yên pispor bi karên lêkolîn û pêşnûmeyê yên taybetî hatin erkdar kirin. Di Hezîrana 2021’an de li ser metna bingehîn a pênaseya eko-qirkirin wekî sûcekî navneteweyî lihevkirinek pêk hat. Armanca Panelê ew bû ku pênaseya pêşniyarkirî ji bo guhertina Destûra Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) bibe bingeh. Di qanûnê de sûcên ku wekî fikar û nîgeraniya navneteweyî têne hesibandin dike û destnîşan kir ku dem hatiye ku parastina zirarên giran ên hawîrdorê yên ku ji berê ve wekî mijarek xemgîniya navneteweyî hatî pejirandin berfireh bikin.

Di pêşnûme qanûnê de ku piştî panelê hate eşkerekirin, eko-qirkirinê weke 'çalakiyeke bi zanebûn an jî li derveyî qanûnan a ku zerareke demdirêj dide hawirdorê' hate pênasekirin. Ji xwe piştî panelê di pêşnûmeyê de ji bo eko-qirkirin weke sûcekî nû li Statuya Romayê bê bicihkirin, heyetê guhertina pêşniyaran kir.

Heyetê ji bo fikarên ku ji bo têkoşîna li dijî krîzên avhewa û ekolojîk têra xwe nayên kirin ji holê rabe, eko-qirkirin weke sûcekî navneteweyî nirxand û pêşnûmeya li jor pêşkêşî UCM’ê kir..

ŞÎROVEYÊN PISPORAN: PÊNASEYA SÛC JI NAVENDA MIROVAN DERDIKEVE

Pispor dema vê pêvajoyê dinirxînin, destnîşan dikin ku ferqa sûcê eko-qirkirin ji sûcên din li ser esasê têkiliyên mirov bi mirov re û têkliyên mirov-xwazayê derdikeve rê û ji navenda mirovan derdikeve. Prof Philippe Sands QC ji Zanîngeha College London, ku hevserokatiya Panela li ser eko-qirkirinê kiribû, her çar sûcên din ên ku ji aliyê daraza UCM’ê ve hatine girtin da ber hev, “Çar sûcên din hemû tenê li ser başiya mirovan disekinin. Ev sûc jî helbet wisa dike, lê nêzîkatiyeke nû dixwaze ku navenda wê ne mirov be, ango jîngehê dixe navenda hiqûqa navneteweyî û ji ber vê yekê orîjînal û nûjen" dibîne. Hevserokê din ê panelê û parêzerê Neteweyên Yekbûyî Dior Fall Sow, dozgerê berê yê Senegalê, destnîşan dike ku jîngeha xwezayî di bin tehdîdê de ye. Parêzer Dior Fall Sow dibêje, "Jîngeh ji ber zerarên gelekî giran û mayînde yên jiyana mirovên tê de dijîn, gelemperiya cîhanê dixe metirsiyê. Ev pênase dibe alîkar ku em destnîşan bikin ku divê ewlehiya gerstêrka me di astek navneteweyî de were garantî kirin. Di şert û mercên heyî de, ku zirarên cidî yên li ser jîngehê her ku diçe girîngtir dibe û bandorê li hejmareke mezin ji dewletan dike, ev pênaseya nû ya sûcê eko-qirkirin dikare were piştgirî kirin."

Ji Weqfa Stop Ecocide Foundationê Jojo Mehta, qezayên nukleerî ên sînoran derbas dikin, çiziranên neftê yên mezin, potansiyela bêdaristankirina Amazonê wekî mînakên eko-qirkirinê bi nav dike. Ji aliyê din ve pispor, tekez dikin ku divê eko-qirkirin li kêleka qirkirinê weke sûcekî navneteweyî bê binavkirin û derbarê kiryar de jî tesbîtan dike. Mimkun e ku mirov mînakên pêbawer ên eko-qirkirinê ku bandorên xwe li ser astek herêmî û gerdûnî dike navnîş bike. Digel ku hat gotin ku tenê di sala 2020’an de zêdetirî 1,8 mîlyon hektar (4,6 mîlyon hektar) qad bi şewatên daristanan ên ku ji hêla mirovan ve pêk hatine bandorê li daristanan kiriye, di daneyên bernameya çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê Copernicus de derket holê ku hejmara şewata daristanan a di sala 2022'yan de li welatên Yekîtiya Ewropayê rû da, di heman serdema 15 salên dawî de hema hema çar qatî ye. Van şewatên daristanan bandorek mezin li cihêrengiya biyolojîk û jiyana herêmê kir. Bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî li cîhanê şewatên ku ji ber mirovan pêk tên, mirov dikare îdia bike ku di sala 2023’yan de windabûna daristanan bigihîje qonaxeke krîtîk û di 50 salên pêş de jî ekosîstema hilweşe. 

Ji ber vê yekê, bi bicih anîna qanûna eko-qirkirinê re, kesên ku herî zêde ji texrîbata daristanên Amazonê heta Kurdistanê berpirsyar in, ji aliyê UCM’ê ve bi rîska darizandinê re rûbirû ne.

LI KURDISTANÊ POLÎTÎKAYA EKO-QIRKIRINÊ YA DEWLETA TIRK

Çawa ku ji nivîsa ku me di pêşgotinê de ani ziman jî tê fêmkirin, polîtîkaya eko-qirkirin a dewleta Tirk a li Kurdistanê xwe dispêre serdema Osmaniyan. Lê belê bi taybetî polîtîkaya eko-qirkirin piştî salên 1990’î hema hema li tevahiya erdnîgariya Kurdustanê belav bûye û tê meşandin. Heger em li gorî vê pênaseya jorîn nirxandinekê bikin, dewleta Tirk bi “kiryarên neqanûnî û bi mebest bi zanebûna ku dibe ku zirareke cidî û berbelav an jî demdirêj bide jîngehê” Kurdistanê bêmirov dike. Ji şewata daristanan heta HES'an, ji birîna darên daristanên li Efrînê û Herêmên Parastina Medyayê bigire heta projeyên kanzayê, gelek însiyatîf û projeyên destekkirî yên dewletê, encama polîtîkaya eko-qirkirin e. Ji ber ku di pênaseya li jor de jî hatiye gotin, dewleta Tirk bi awayekî “bêexlaqî” polîtîkaya eko-qirkirin a mijara gotinê bi awayekî berfireh dimeşîne û dizane ku ev polîtîka demdirêj e û zirarê dide jîngehê.

BENDAVÊN EWLEKARIYÊ WEKE AMÛRA EKO-QIRKIRINÊ BIKAR TÎNE

Dema em li Santralên Hîdroelektrîkê yên ku versiyoneke polîtîkaya eko-qirkirinê ya dewleta Tirk a li Kurdistanê dimeşîne dinêrin, ji 23’ê HES’ên mezin ên tên çêkirin 19 ji wan HES’an bi kapasîteya ji 100 MW’e, li Amed, Erzîncan, Elezîz, Şirnex, Sêrt, Dêrsim, Erzirom, Colemêrg û Êlihê yên Kurdistanê belav bûne. Dema ku HES'ên di dewrê de mirov tîne ba hev, tenê 4 HES'ên 1000 MW'yî hene û ev jî ev in; Bendava Ataturk û HES (Riha), Bendava Karakaya û HES (Amed), Bendava Keban û HES'ê (Elezîz) û bendava Ilisu û HES'ê (Êlih - Mêrdîn) li bajaran cih digire. Her çend ev bendav îdiaya hilberîna elektrîkê dikin jî, diyar e ku ew karê perspektîfa "ewlehiyê" ne.

Ji Dêrsimê heta Amedê, ji Êlihê heta Botanê projeyên bendav û HES’ên ku ji aliyê dewletê ve li Kurdistanê hatine çêkirin bingeha xwe ji nêzîkatiya "ewlekariyê" digire. Armanc ew e ku herêma ku lê bendav lê hatiye çêkirin vala bikin, gelê kurd neçarî koçberiyê bikin û bi bin avkirina şûnwar û goristanên dîrokî yên herêmê bê bîranîn bihêlin. Mînak piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an, beriya ku pevçûn dest pê bikin li Wan, Dêrsim û Colemêrgê "herêmên ewlekariya taybet" û "herêmên qedexe yên leşkerî" hatin îlankirin. Li gorî vê yekê, ji ber hinceta "ewlehiyê" ketina sivîlan li van herêmên ku ji aliyê walîtiyê ve hatine îlankirin hatin qedexekirin. Lê tevî ku li Colemêrg û Dêrsimê ji sedî 90 ketina sivîlan hat qedexekirin jî, çêkirina bendav û HES'ê dewam kir.

Em hinekî paşde vegerin, di sala 2009’an de li Colemêrg û Şirnexê 11 bendav bi projeyên bi navê “bendavên ewlehiyê” dest pê kir. Ev bendavên ku ji bo kêmkirina hebûna mirovan a li herêmê û mîlîtarîzekirina herêmê hatine plankirin, di rapora fealiyetê ya sala 2007'an a Karên Avê a Dewletê (DSÎ) de cih girtin. Di raporê de ev tişt hatin gotin: “Di sala 2007’an de di çarçoveya lêkolîn-projeya bernameya veberhênanê de, projeya dawîn a çêkirina 11 bendavan bi navê Bendavên Buhabûna Avê ku ji ber sedemên ewlekariya sînor hatibûn kirîn, hat îhalekirin."

LI GORÎ PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ TEVNEGERÎ

Ji ber bendavên li Dêrsimê hatin çêkirin gelek koçberî ji herêmê çêbûn û her wiha gelek çavkaniyên avê jî hatin talankirin. Ya herî girîng jî hedefa projeyên bendavan cihên pîroz ên erdnîgariya Dêrsimê bûn. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Karên Avê (DSÎ) li ser ava periyê; Di sînorên Bîngol, Dêrsim û Elezîzê de Bendava Tatar û HES'ê, Bendava Seyrantepe û HES'ê, Bendava Pembelikê û HES'ê, Bendava Ozlûceyê û HES'ê, Regulatorê Yedîsuyê û HES'ê, Bendava Kîgî û HES’ê, Regulatorê Duru û HES’ê, Bendava Kazan û HES’ê hatin projekirin û gelek ji wan hatin çêkirin. Peymana Navneteweyî ya ji bo Parastina Çûkan, Peymana Parastina Mîrateyên Çandî û Xwezayî yên Cîhanê, Peymana Parastina Jiyana Kovî û Jîngehên wan ya Ewropayê ku dewleta Tirk jî alîgirê wê ye,

Her çend ew li dijî bendên Peymana Bazirganiya Navneteweyî ya Bi Cûreyên Fauna û Kulîlkên Kovî yên di xetereyê de ne, Peymana Pirrengiya Biyolojîkî, Peymana Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Têkoşîna li dijî Çolbûnê bi taybet li Welatên mîna Afrîkayê, û Peymana Peyzaja Ewrûpayê, dewletê çêkirina bendavên ewlekariyê yên li Kurdistanê bi taybetî li Dêrsimê dewam kir. Ligel ku serî li rêyên hiqûqî yên navxweyî hat dayîn û çêkirina bendavan bi biryarên dadgehê hatin rawestandin jî, weke mînaka Dêrsimê, çêkirina bendav û HES'ê bi awayekî nefermî dewam dike.