Di çalakiyên kûrewî de banga ‘tezmîneta avûhewa û edaletê‘

Fridays for Future, bi grevên ku nêzîkê li 450 deran li dar xistin de, daxwaza dayîna berdêla zerara ji ber germbûna cîhanê ji welatên dewlemend kir.

Bi hezaran ciwanan, ji bo kesên herî zêde ji guherîna av û hewayê bi bandor bûne bi daxwaza tezmîneta ji welatên dewlemend li parzemînên Asya, Efrîka û Ewropayê bi koordîneyî “greva avûhewayê ya kûrewî“ li dar xist.  Aktîvîstan, ji Zelandaya Nû û Japonyayê heta bi Elmanya û Komara Demokratîk a Kongoyê, ji bo xwestina berdêlê zerara ji ber germbûna cîhanê terka dibistan û zanîngeh û karê xwe kirin.

Di roja dawîn a çalakiyê ya tevgera Fridays for Futureê de, li seranserê cîhanê nêzîkê li 450 deran grev “ji bo tezmîneta avûhewa û edaletê“ hatin plankirin.

Çalakiyên protestoyî, beriya lûtkeya Cop27’ê bi 6 hefteyan a welatên li ber bipêşdeçûnê ji bo zerara ji ber guherîna av û hewayê li mal, binesazî û tiştên pê debara xwe dikin planê daxwaza tezmînetê ji welatên dewlemend dikin, pêk tên. 

Mehên dawîn li Pakistanê gelek lehiyên kujende rabûn, li Efrîkaya Bakur, Ewropa û Bakurê Emerîkayê daristan şewitîn û li Îngilistan û Hindistanê jî pêlên germ ên hewayê yên nedîtî hebûn.

Aktîvîstên avûhewayê diyar dikin ku hikûmetên berpirs ji bo edaleta av û hewayê kêm tiştan dikin.

Greva herî mezin li Berlîna paytexta Elmanyayê çêbû. 20 hezar kes tev li mîtîngê bûn.

Danîmarka welatê dewlemend ên yekane bû ku ji bo xisara ji ber karesatên xwezayî qewimî fon veqetand û di civîna Neteweyên Yekbûyî ya vê hefteyê de ragihand ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkê 100 Milyon DKK (nêzîkê 13,5 milyon Euro) peyde bike.