Di çalakiya KlîmaHalle de qirkirina ekolojîk a li Kurdistanê hat teşhîrkirin

Di çalakiya KlîmaHalle ya 3 rojan de ku ji aliyê ciwanên aktîvîst ên li Bernê ve hate organîzekirin, polîtîkayên qirkirina ekolojîk ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi pêşkêşiyekê hate teşhîrkirin.

Di çalakiya KlîmaHalleyê de ku her sal ji aliyê ciwanên aktîvîst ve têkildarî krîza avhewayê ya cîhanê ya li bajarê Bernê yê Swîsreyê tê lidarxistin, polîtîkayên qirkirina ekolojîk ên dewleta Tirk ên li ser erdnîgariya Kurdistanê hatin teşhîrkirin.

Aktîvîstên Ekolojiyê di çalakiya KlîmaHalle ya ku duh li qada çalakiyê ya li Reîtschûlleyê destpê kir û wê 3 rojan bidome de, semîner û atolyeyên hunerî lidar dixin. Di çalakiyê de konser jî tên lidarxistin.

Aktîvîsta Ekolojiyê Tûncay Ok ku li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê tevlê çalakiyê bû, bi pêşkêşvaniyekê ji beşdaran re behsa qirkirina ekolojiyê ya li ser xwezaya Kurdistanê kir.

Tûncay Ok ku dest bi vegotina dîroka 5 hezar salî ya gelê Kurd ya li erdnîgariya Mezopotamyayê kir, diyar kir ku bi projeyên bendavên ku di salên 90'î de li Kurdistanê destpê kirin re, dîrok û çanda herêmê di bin avê de ma û bi sedan warên jiyanê hatin valakirin û gelên herêmê rastî koçberiya bi darê zorê hatin. Ok destnîşan kir ku ev proje di rastiyê de bi qirkirina ekolojîk ve valakirina herêmê ji mirovan e.

Ok, bi slyatan xebatên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ya ku li dijî qirkirina ekolojîk a li Kurdistanê ya di encama polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê yên ji sala 2005’an û vir ve birêve dibe derketiye holê, ji bo civakek ekolojîk û domdar hat avakirin, nîşan da û bi gotina, “Em ê xebatên xwe veguhazînin derveyê welat; em ê Swîsre jî di navê de li welatên Ewropayê dest bi avakirina Meclîsên Ekolojiyê bikin” axaftina xwe bi dawî kir.

Piştî axaftinê çalakî bi pirs û bersivan bi dawî bû.