Destar bi destê jinan dîsa dikeve nava jiyanê

Hunera dest û dîrokî Destar û Cohnî ku ber bi wendabûnê ve diçû, li Colemêrgê careke din bi destê jinan dikeve nava jiyanê.

Destar û cohnî yên ku gelê Kurd bi hezaran salan bi wan genim, garis û ceh dihêrandin, êdî li Colemêrgê di nav destê jinan de dîsa dikevin nav jiyanê. Destar û cohnî yên ku demekê li her malê hebû, îro gelekî kêm bûye.

Kadriye Pala ya ji Colemêrgê diyar kir ku her dem li mala wan destar û cohnî heye û bal kişand ser vî tiştî ku ew dixwazê vê mîrateyê bide zarokên xwe û nifşên nû van tiştan ji vîr nekin. Pala diyar kir ku nan û xwarina wan a bi destan cêja wê zêdetir e û got “Berê hemû kesan ardê xwe dihêre. Me bi destar û cohnî ev tişt dikir. Ji bo hêrandinê, em ê malbatên xwe û cîranên xwe li hev kom dibûn. Destar û cohnî mirov dianî ba hev. Lê piştre ji bo hêrandina genim û garis fabrîke çêbûn. Êdî mirov li hev kom nabin û cêja berê ya xwarinan jî nema. Divê em xwedî li van alavan derkevin û bigihînin ber destê nifşên nû.”

BILA ÇANDA ME YA BI HEZARAN SALAN WINDA NEBE

Reyhan Ertûş jî diyar kir beriya teknolojiyê mirovan berhemên xwezayî çêdikirin û wê demê betir bextewar bûn. Ertûş got “Em bi berhemên xwezayî û bi çêj mezin bûn, lê nifşê piştî me ev qasî ne bi siûd in. Destar berê vala nedima. Her roj malbatekê danê xwe dihêre. Niha tiştên hazir derketine, hemû kes berê xwe didin tiştên hêsan.

Em dixwazin xwedî li vê çanda zarokatiya xwe derkevin. Dema em dahn dihêrin em bextewar dibin. Di dema gerandina destar de em strana ‘Destar mala kî ye, destar’ jî distrênin.  Em naxwazin çanda me ya bi hezaran salan winda bibe. Em dixwazin ciwan xwedî li çanda me derkevin.”