Dersim bi rengê kesk, sor û zer xemilî

Dersim a ku bi bedewiya xwe ya xwezayî û dîrokî navdar e, bi rengê kesk, sor û zer xemilî.

Bi nasnameya xwe ya civakî-siyasî, bi taybetmendiyên xwe yên dîrokî û erdnîgarî Dersim yek ji bajarên xweser e.

Dersim ku her parçeyek ji xwezayê mîna pîrozmendiyekê tê dîtin û parastin, bi bendavên li dijî pîrozmendiyê, bi nêçirvanî, gefên madenkariyê û têkoşîna li hemberî vê yekê her tim di rojevê de ye. Dersim li gel van gefên li ser xwezaya xwe jî ji berxwedêriya xwe ya dîrokî venagere û bi bedewiya xwe ya bêdawî jî têra xwe heye.

Dersim a ku her demsal ji demsalekê bedewtir e, niha xwe bi rengê payîzê xemilandiye.

Li Pulurê ku bi hezar û 500 metreyî bilind e û di nava çiyê de ye, bi payîzê re xwezayê xwe bi rengê kesk, sor û zer xemilandiye.

Li vê navçeyê ku girên wê bi berfê spî dike, newalên wê jî bi rengê payîzê ne, Parka Gelêrî ya Geliyê Mûnzûrê, Geliyê Mercanê û qada Karaoglan hêjayî dîtinê ne.

Daristanên Salordekê jî ku di navbera navçeyên Pîlemurî û Qisleyê de ye, kirasê kesk, sor û zer li xwe kiriye. Ev herêm bi dewlemendiya xwe ya çandî û xwezayî navdar e.

Li gel darên gwîzê, spîndar û darên berûyê, gelek darên fêkî ji ber xwe ve şîn dibin û qadê dixemilînin.

Şêniyên herêmê jî li nava vê xwezaya bedew digere, dimeşe û pê şa dibin.

Piştî meşa ji 15 kîlometreyî, mirov xwe digihînin Sûlava Kadisirti û piştre jî dest bi meşa vegerê dikin.