Daristanên baranê yên li Brezîlyayê ji holê têne rakirin

Li gorî daneyên rêxistina SOS Mata Atlantica, li Mata Atlanticayê tenê 12 mehan 20 hezar hektar qada daristanî ji holê hate rakirin.

Di dema serokdewletê rastgir ê Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro, li vî welatî talan û wêrankirina daristanan gelekîz êde bû. Li gel xerakirina hawirdorî a li Amazonê her wiha xisara li daristanên baranê yên li Atlantîkê jî mezin bû.

Li gorî raporekê ku ji aliyê rêxistineke hawirdorê ve hefteya derbasbûyî hate weşandin, li peravê rojhilat ê Brezîlyayê 21 hezar û 642 hektar li Mata Atlantîcayê, di navbera Mijdara 2020 û Cotmeha 2021'ê de hatin talankirin. Li gorî salek berê tê wateya zêdebûnek di asta ji sedî 66'an de.

Rêxistina SOS Mata Atlantîca diyar kir ku tunekirina qadên daristanî bû sedem ku 10.3 milyon ton karbondîoksît li atmosferê belav bibe.

Mîna daristanên baranê yên Amazonê, daristanên baranê yên Atlantîkê jî ji aliyê rawestandina guherîna avhewayê ve bi roleke girîng radibin.

Berdevkê SOS Mata Atlantîca Lûîs Gûedes Pînto diyar kir ku tunekirina Mata Atlantîca ne tenê ji bo Brezîlyayê ji bo tevahiya cîhanê felaketeke.

Lêkolîn nîşan didin ku ji bo cîhan bigihêje armanca xwe ya asta germahiyê ya beriya pîşesaziyê ya 1.5 pileyî, divê Daristanên Atlantîkê tavilê bêne parastin.

Li gorî daneyên fermî, ji sala 2019'an dema Jaîr Bolsonaro bû serokdewlet û vir ve tunekirina daristanên baranê yên Amazonê li Brezîlyayê salane li gorî deh sal berê bi rêjeya ji sedî 75 zêde bûye.