Dar zû mezin dibin, zû jî hişk dibin

Li gel sozên dewletan jî rêjeya karbondîoksîtê ya li atmosferê roj bi roj zêde dibe. Tê gotin ku ev yek jî dibe sedem, gele celebên daran zû hişk bibin.

Li gorî lêkolînekê ya li kovara Natûre Commûnîcatîonsê hate weşandin, rêjeya bilind a karbondîoksîtê (CO2) a li atmosferê dibe sedem ku gelek cûreyên daran ji rewşa normal zûtir mezin bibin.

DARÊN ZÛ MEZIN DIBIN, MEKANÎZMAYA XWE YA PARASTINÊ LAWAZ DIMÎNE

Li 70 hezar cihên cuda yên welatên cuda yên cîhanê li ser 100 cûreyên daran lêkolîn hate kirin. Di lêkolînê de hate tespîtkirin, darên ku zû mezin dibin li gorî yên din zûtir hişk dibin. Li gorî lêkolînê, xetên ku li darên zû mezin dibin rû didin, dike ku ev dar bêhtir hesas bibin. Lê belê darên ku bi derengî mezin dibin li hemberî gefên ji derve hîn bêhtir dikarin li ber xwe bidin.

Ji pisporên hawirdorê yê Zanîngeha Eyaleta New Yorkê Steve Voelker ku li ser lêkolînê gotarek nivîsî, destnîşan kir ku ev dar li gorî darên zûtir mezin dibin, hîn berxwedêr in. Voelker ragihand, darên ku zû mezin dibin, li hemberî nexweşî û êrişên kêzikan nikarin bi têrkerî xwe biparêzin.

ÇANDINA DARAN ÇARESERIYEKE DOMDAR NÎNE

Nuqteyeke din a ku di lêkolînê de tê nirxandin, nêrîna li ser zêdekirina çandina daran a ji bo kêmkirina belavkirina CO2 ye. Li gorî pisporan, çandina daran wê giraniya biyo zêde bike, lê belê mezinbûna daran bi rengekî zû û hişkbûna wan wê daran zû kêm bike.

Pispor li ser vê bingehê destnîşan dikin ku çandina daran bi berfirehî ne çareseriyeke domdar û demdirêj e.

Gelek welat, ji bo kêmkirina belavkirina CO2 li şûna ku modela xwe ya hilberînê biguherînin, ragihandin ku wê giraniyê bidin ser çandina daran. Li Etiyopyayê ku di sedsala 20'an de piraniya daristanên wê tune bûn û tenê 4 ji sedî yê qada daristanî maye, her sal wê bi sed milyonan daran biçîne. Her wiha Serokê DYE'yê Donald Trûmp jî ku li ber nêrîna li ser germahiya global radibe, meha Çileyê ragihandibû ku wê trilyonek dar bên çandin an jî rizgarkirin.