Heta sala 2150’yê wê behr 1.4 metre rabibin

Pêşbîniya lêkolîneran ew e ku heke germahî bi vî awayî zêde bibe, asta kûreyî ya behran, heta sala 2150’yê wê 1.4 metre rabibe.

Ji ber germbûna kûreyî, ava li dinyayê radibe. Li gor xebata nû ya zanyaran, bi ava Lewheya Cemedê ya li Antartîkayê û Lewheya cemedê ya Gronlandê ku dihelin, wê behr 1.4 metre rabibin.

Lêkolîner dibêjin ku sedsala çûyî behr nêzîkê 20 cm rabûne û zêdebûna vê meylê bi germbûna kûreyî pêkan e.

Gotara di der barê lêkolînê de îro di Nature Communicationsê hat weşandin.

Pispor her wiha dibêjin ku sînordarkirina germbûna kûreyî bi 3,6°F (2°C) ku armanca bingehîn a Peymana Parîsê ye, ji bo kêmkirina leza rabûna asta kûreyî ya behran, ne bes e.

Komeke ji pisporan pêkhatî, ji niha ve hişyar dike ku bi helîna Lewheya Cemedê ya Rojavayê Antartîkayê dibe ku behr 3 metreyan rabibin.

Li gor xebata nû, eger germbûna kûreyî heta bi dawiya vê sedsalê di bin 1,8 °C de bê hiştin, dibe ku mirov rê li ber leza rabûna behran bigire.