CÎK’ê Cejna Qurbanê pîroz kir

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir û got “Divê em destpêkê xêr û xêrxwaziyên xwe bigihînin welatiyên xwe yên li Kurdistanê. Ev hem erkeke însanî û hem jî fermanekî Îslamî ye.”

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK)ê bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir.

Di peyama CÎK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di wateyek de ol, dîroka fikrî ya mirovahiyê ye û peyva ‘Qurbanê’ jî di destpêka vê dîrokê de cih digre. Em dizanin ku ‘qurban’ di dema olên qebîleyan ên pirxwedayî de jî hebû. Ev kevneşopî û bawermendî di dema ‘olên tekxwedayî’ de jî bi aweyên cuda berdewam kiriye. Di ola Îslamê de jî li gorî prensîbên Îslamê bûyera qurbanê cihê xwe girtiye.

Hinek hiqûqnasên Îslamê ku wek ûlemaya fiqhê tên naskirin dibêjin, jêkirina qurbanê sunet e bi wateyeke dîtir xêr tê de heye. Li gorî hinekan Wacib e (Yên aboriya wan baş be, divê qurbanê bidin) û wek îbadetê ye.

Wek mînak; Îmam Şafî dibêje, serjêkirina qurbanê suneta Pêxemberê me ye. Daxwaza Pêxemberê (s.a.w) me ye. Ne emrekî îlahî ye.

Di zimanê erebî de peyva ‘qurban’ wek ‘Dehaa’ tê binavkirin. Dehaa wek nêzîkbûn tê wergerandin lê di çanda îslamê de wek “Nezîkbûna Xwedê” tê şîrovekirin

Bi dayîna qurbanê feqîr ji nîmeta Xwedê fêde dibînin û bi aweke emelî spasî ji bo nîmetên ku Xwedê dane pêk tînin. Quranê Kerîm bûyera Qurbanê wiha teswîr dike;

Hezretî Îbrahîm ku hîç zarokên wî çênabin daxwaza zarokekî ji Xwedayê Mezin dike. Xwedê Teala (C.C) kurekî dide Îbrahîm. Lê piştre jê dixwaze kurê xwe bike qurban û bi vê qurnbankirina kur îmtîhan dike.

“Îbrahîm bi xewnê xwe ve girêdayî ma û helbet ev yek îmtihan bû.” “Bo berdêla kurê wî me beranekî mezin da. Yên dizanin başî bikin em wiha xelatdar dikin.” (Necm 27)
Pêxemberê me di hedîsekî şerîf de wiha dibêje; “Serjêkirina qurbanê suneta bavê wî Îbrahîm e.” Her wiha ayeta Quranê dibêje “Bo Rebbê xwe nimêj bike û qurbanê ser jê bike.” (Kewser 2)

Yên ku qaşo bi navê ola Îslamê rêberiya me dikin nesîheta feqîriyê li me dikin. Dixwazin xêr û hebûniyên xwe em bidin saziyên wan. Çend qurişên ku feqîran ji nanê xwe birrîne û kom kirine ji wan digrin û jiyaneke luks dijîn. Lê divê pêdiviya kî hebe, yarmetî ji wan re were kirin. Kesê mihtacê yek parîkî nanê hene, kesên di rê de mane hene, xwendekar hene, yên mal û zeviyên wan di şer de hatine şewitandin hene, yên sêwî û stûxwar hene.

Gelek saziyên ku li Tirkiyeyê û welatên pêve girêdayî hatine damezrandin, ji armanca bingehîn dûr ketine û bûne deriyên qezanca heram. Em dubare bikin; Li ku dera cîhanê feqîr û mihtac hebin  şandina goşt û bexşîna çermê bo wan di cih de ye. Lê divê mirov ji nêzîkê xwe, milletê xwe dest pê bike.

Misilmanên ezîz û gelê me yê qehreman;

Îro li çar perçeyên welatê me Kurdistanê şer û rûxandineke mezin heye. Bi milyonan Kurd belavî xerîbiyê bûne. Bi sed hezaran Kurd bi koçberiya navwelat ji cihê xwe bûne. Malên wan hatine şewitandin, zarokên wan hatine kuştin, mulkên wan hatine talankirin. Di bin zilm û zordariyê de neheqiyên mezin dîtine û rojane dibînin. Çete û dewletên hov û har ku dibêjin bi navê îslamê tevdigerin zilm û zordarî li gelê me dikin. Derûdora wan hatiye girtin bi taybet li Rojava û li Kampa Mexmûrê ambargo heye û zilm li wan tê kirin. Welatê me Kurdistan cihê herî nêzik e ku divê em bawermendên Îslamê destê yarmetîyê dirêjî wan bikin. Cejna Qurbanê hat. Divê em mirovên ku li welat mihtac in, ji bîr nekin.

Ji ber van sedeman, divê em destpêkê xêr û xêrxwaziyên xwe bigihînin welatiyên xwe  yên li Kurdistanê. Ev hem erkeke însanî û hem jî fermanekî Îslamî ye. Yarmetiya xwe bi destê wekîl û saziyên xwe bigihînin wan.

Cejna Qurbanê ya gele meyê berxwedêr û misilmanên rast û dirust pîroz be.”