Bisiklêt dikare mirovan ji Covîd-19’ê biparêze!

Li Fransayê siwarbûna bisiklêtan heta du kîlometreyên dûrî malê hate sînorkirin. Li Elmanyayê jî tê teşwîqkirin.

Li gorî Der Spîegelê li hemberî pandemiya koronavîrusê ji dêvila wesayîtên veguhêztine yên komî, bisiklêt dikare were tercîhkirin. Kesên ku li bisiklêtê siwar bibin navbera xwe ya kesên din diparêze û rîska ku tûşî cihan bibe jî kêm dibe.

Kovar vê îddîaya xwe dispêre gerînendeyê berê yê Navenda Cochrane ya klînîka zanîngeha Frîboûrg-en-Brîsgaûyê. Antes diyar dike ku bisiklêt dikare berevaniyeke baş bike.

Sûdeke din a bisiklêtê jî ev e ku bêhna mirovan vedike. Kesên hîpertansiyon û diyabeta wan heye jî bisiklêt bandorên Covîd-19’ê kêmtir dike.

Kovarê got ku “Dema mirov bisiklêtê diajo, pergala bêhnstendinê oksîjenê werdigire. Dema mirov zêde bêhnê bistîne jî, pişika mirov paqij dibe. Ev tişt li hemberî vîrusê dibe berevanî.”