Bankaya Cîhanê: Têkoşîna li dijî newekheviyê kêm bûye

Li gor rapora ji aliyê Bankaya Cîhanê ve hat weşandin, leza reformên bi armanca kêmkirina newekheviya zayendî, sala 2022’yan pir ketiye û hatiye ser asta herî kêm a 20 salên dawîn.

Li gor raporê, endeksa ku bi pêşveçûna reforman di lehê wekheviya yasayî de dipîve, bipêşveçûn bi tenê 0, 5 puan zêde bûye û gihîştiye 77,1 puanî.

Bankaya Cîhanê wiha nivîsiye: “Ev tê wê wateyê ku jin bi tenê ji sedî 77’ê mafên ji bo mêran tên dayîn, siûdê werdigirin.“

Sala çûyî, li 18 welatan 34 reform hatine kirin û ev rewş ji serê sedsalê ta bi niha wek rêjeya herî ket nav dîrokê.

Di raporê de, îşaret pê hatiye kirin ku bi vê lezê berdewam be, jineke ciwan ku li pirê welatan bibe teqawîd wê nekare bigihe wekheviya yasayî.

Bankaya Cîhanê bi domdarî gotiye: “Li beşekê mezin ê cîhanê nedayîna jinan heman mafên ku didin mêran, ji bo wan ne bi tenê newekhevî, di heman demê de li ber teşwîqkirina bipêşveçûneke jîngehparêz, berxwedêr û berfereh jî astengî ye.“

Sala 2022’yan Efrîkaya bin Sehrayê herî pir reform kirine. Ango nîvê tevahiya reformên 7 welatan li vê herêmê kiriye, li Efrîkaya bin-Sehrayê pêk hatine.