Awistralya wê herêma parastina deryayê ava bike

Hikumeta Awistralya ragihand ku ew plan dikin ku parkek deryayî bi mezinahiya Spanyayê li dora Girava Macqûarîe ya li peravên başûrê rojhilatê welêt ava bike.

Wezîra hawêrparêziyê ya Awistralyayê Tanya Plîbersek ragihand ku ew ê parkek deryayî bi mezinahiya Spanyayê li derdora Girava Macqûarîe çêbikin.

Di projeyê de armanc ew e ku hêrma parastinê ya heyî sê qat zêde bibe û bibe 475 hezar û 465 km².

Li gorî Plîbersek ev tedbîrên parastinê tê wateya ku li herêmê masîgirî, madenvanî neyê kirin.

Girava Macqûarîe di nava Awistralya û Antartîkaym de cih digire. Ev girav malovanî ji penguenên key, seyên avê yên bi kurk û navendek zanistî ya Subantarktîka re dike.