Alp her ku diçe kesktir dibe

Lêkolînerên ji Swîsreyê gelek wêneyên satelîtê nirxandin. Encamnameya wan; Alp her diçe hîn zêdetir kesktir dibe. Tiştê ku wekî agahiyek baş xuya dike, bi rastî pirsgirêkek mezin e. Ji ber ku cihêrengiya mezin a cureyan di bin xetereyê de ye.

Li gorî lêkolînekê, Alp ji ber guherîna avhewayê kesktir dibe. Lêkolînerên ji Zanîngehên Lozan û Baselê di kovara Science de dinivîsin ku hema hema li sedî 80’ê çiyayên Alpê, nebat li ser xeta darê şîn dibin. Wêneyên satelîtê yên di navbera salên 1984-2021’an de ji bo lêkolînê hatin nirxandin.

Her çiqas wek agahiyek baş were guhê me jî di rastiyê de berevajî ye. Ji ber ku taybetmendiya çiyayên bilind ew e ku herêmên wan ên avhewa yên cuda hene, bi heywan û nebatên ku bi taybetî li van deveran hatine adaptekirin. Guhertina avhewa di nav tiştên din de germahî, mîqdarê baranê û belavkirina wê diguherîne. Ji ber vê yekê, herêmên avhewa jî ber bi jor ve koç dikin, ku bi taybetî ji bo nebat û heywanên ku di avhewayên sar de pispor in pirsgirêkek e.

DIBE KU FLORA ZIRARÊ BIDE ALPÊ

Ji ber vê yekê guherîna avhewayê pirrengiya biyolojîk a ku li çiyayan heye tehdîd dike. Sabine Rumpf ji Zanîngeha Baselê dibêje: "Pîvana guherîna li Alpê bi rastî gelek mezin bû." Nebatan deverên nû cuda ceribandin û nebat bi gelemperî hem geş û dirêjtir dibûn.

Ev bandor dibe ku flora alpîne ya taybetî tehdît bike. Rumpf dibêje, "Nebatên Alpê xwe bi şert û mercên dijwar re adapte kirine, lê reqabetê wan ne pir e." Ger şert û mercên jîngehê biguherin, ev cureyên pispor avantaja xwe winda dikin û li şûna wan cureyên din tên. Lêkolîner wiha berdewam dike, "Ji ber vê yekê pirrengiya biyolojîk a bêhempa ya Alpê di bin zextek girîng de ye.”

Li gorî lêkolînên Zanîngehên Lozan û Baselê, berevajî nebatan, berfa li ser xeta darê ji sala 1984'an û vir ve hinekî guheriye. Hat diyarkirin ku qalindahiya berfê bi tam ji dîmenên satelîtê nayê diyarkirin. Di her rewşê de, bi germbûna gerdûnî re, Alper dê her ku biçe ji spî veguhere kesk.

Rumpf got, "Çiyayên kesktir ronahiya rojê kêmtir nîşan didin û ji ber vê yekê dibe sedema germbûna zêde." Germahiya bilind bûye sedem ku cemed bihelin û cemedên daîmî bihelin, ev jî dibe sedema şimitîna axê, ketina zinaran û herikîna bermayiyan.