AKP li peravên Gola Wanê amadekariyê ji bo rantê dike

Tê gotin, rejîma AKP-MHP'ê di bin navê paqijkirina ji heriyê, hewl dide peravên Gola Wanê dagire û ji bo rantê bi kar bîne.

Gola Wanê ku bi perav û giravên xwe yek ji qadên tûrîzmê ye, salên dawî bûye hedefa AKP'ê û alîgirên wê.

Gola Wanê ku gola herî mezin a cîhanê ya bi ava soda ye, bi bedewiya xwe ya xwezayî her kesî dike heyranê xwe. Li Tejaneya Gola Wanê ku tejaneyeke girtî ye nêzî 2 milyon mirov hene. Piştî ku şaredariyên Erdîş, Mûradiye, Tûşba û Artemêtan ên HDP'î bi rêya qeyûman hatin desteserkirin, peravên van navçeyan li gel hatin qedexekirin. Ji bo AKP'iyan û saziyê dewletê kirin qada rantê.

PERAV HATIN PÊŞKÊŞKIRIN

Qeyûmê li Erdîşê li perava bajêr a bi 10 kîlometreyî gelek kargeh çêkir û da AKP'iyan. Qeyûm her wiha gelek deverên perava bajêr dagirt. Li van qadên dagirtî jî gelek kargehên mîna cafe û restûrantan çêkir û radestî alîgirên xwe kir. Qeyûmê li Artemêtanê jî destpêkê bi dehan kargehên gel ên li perav xera kir. Avahiyên nû çêkir û da alîgirên xwe.

ASÎMÎLASYONA ÇANDÎ

Cihekî din ku bi destê qeyûm hate desteserkirin navçeya Mûradiye ye. Li gel bedewiya xwezayî ya peravên Gola Wanê ya li vê navçeyê her wiha girikên beriya 10 hezar salî û gundê Ernîsê ku warê nivîskar Yaşar Kemal e, di hedefa AKP'ê de ne. Peravê Ernîsê û derdora wê ji bo çand û dîroka Kurdan lê bê tunekirin, qeyûm û qeymeqan bi îdîya "ya Tirkan e" di bin navê "Atayûrt" de konên Tirkan çêkirin.

BIRYAR XISTIN MERIYETÊ

AKP û alîgirên wê ku bajarê Wanê û peravên wê ji xwe re kirine navendeke rantê, ji bo vê qada rantê mezintir bikin, biryara 'Qada Parastin û Bikaranîna Bikontrol a Qada Sîtê ya Xwezayî' têkildarî Gola Wanê amade kirin. Bi vê biryarê re wê li dora Gola Wanê avahî bêne çêkirin. Bi biryarê re derdora Gola Wanê li gel hate qedexekirin, lê li AKP'ê û alîgirên wê serbest e. AKP'iyek bi destûrê wê karibin li peravên Gola Wanê avahiyê çêbike. Rojên dawî Şaredariya Bajarê Mezin a ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin herî li gola navbera Keleha Wanê û Bendergeha Wanê tê paqijkirin. Ev qaşo paqijiya heriyê ya li peravên ji 14 kîlometreyî, qada jiyanê ya bi hezaran zindiyan tune dike. Tê gotin ku piştî vî karî wê peravên navenda bajarê Wanê ji bo rantê pêşkêşî AKP'ê û alîgirên wan bêne kirin.

Hawirdorparêz diyar dikin ku karê qeyûm ê paqijkirina peravan karekî xapandinê ye û dibêjin, "Di demeke gelekî nêz de wê peravên Gola Wanê bi temamî dagir bikin û ji xwe re bikin qada rantê."