Şewata mezin a li Awûstralyayê nîşaneya metirsiyeke mezin e

Awûstralya hîn jî dişewite. Li Sydneyê ji 19'ê Kanûnê ve rewşa awarte heye. Leşker hewl didin gel veguhezînin. Li gorî raporekê nêzî milyarek heywan şewitîne.

Ji meha Îlonê ve ji ber şewawtê 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. Qadeke bi qasî girava Îrlandayê mezin şewitî. Zêdeyî 2 hezar xanî jî şewitîn.

Leşkeran roja Yekşemê li bajarokê Parndana yê li girava Kangûrû ya li başûrê Awûstralyayê yek bi yek çûn malan û hewl dan gel îqna bikin ji bo ji herêmê derkevin. Rîsk heye ku ji ber hewa germ rojên bê li herêmê şewatek rû bide.

Polîsan roja Çarşemê bajarokê Vîconne Bayê ku qadeke tûrîstîk e tahliye kirin. Ev herêm jî di bin gefa şewatê de ye.

Rayedarên eyaleta Vîctorîayê ji ber germa zêde rewşa awarte ji bo du rojan dirêj kir.

Li eyaletên Vîctorîa û Gal a Başûr li zêdeyî 150 herêman şewat derket. Her du eyalet di heman demê de ew eyalet in ku li Awûstralyayê nifûsa xwe ya herî zêde ye.

Serokwezîrê Eyaleta Vîctorîayê Danîel Andrews bang li gel kir ku xwe ji bo demeke dirêj amade bike. Andrews got, "Em di destpêka havîneke dûdirêj de ne."

Rêveberiya Gal a Başûr a Nû jî ragihand ku ji bo sererastkirina binesaziya herêmên ku şewatê lê rû da wan 1,2 milyar dolarê Awûstralyayê veqetandine. Hikumeta Federal jî ragihandibû ku ji bo alîkariya bi gundan du milyar dolar wê budçeyê veqetîne.

NÊZÎ MILYAREK HEYWANÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Di encama lêkolîna profesorê Zanîngeha Sydneyê Chrîs Dîckman, nêzî milyarek heywan ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan.

YA LI AWÛSTRALYAYÊ RÛ DA NÎŞANEYA METIRSIYEKE MEZIN E

Dîckman bal kişand ser rola germahiya globla û got, "Beriya niha tiştekî bi vî rengî rû neda ku di demeke ewçend kurt de qadeke bi vî rengî berfireh şewitî." Dîckman destnîşan kir ku Awûstralya mînakeke ku li deverên cuda yên cîhanê encamên guhertina avhewayê dema bê çawa be.