Şelaleya bi hezaran salan ji ber bendavê miçiqî

Li Ekvatorê şelaleya herî mezin a welat San Rafael miçiqî. Li ser sedemên miçiqîna wê lêkolîn tê kirin.

Şelaleya San Rafael 150 metre bilind bû. Gelek tûrîst dihatin vê şelaleyê. Ji ber ku çemê Cocayê miçiqî şelale jî miçiqî.

Li gorî medyaya herêmî besterobaya çemê Cocayê bû sê parçe, ev jî bû sedem ku şelale bimiçiqe.

Tê diyarkirin ku ji ber bendaveke hîdroelektrîk a li ser Çemê Cocayê şelale miçiqiye.  Koordînatorê Bernameya Avê ya Emerîkaya Başûr Emîlîo Cobo diyar kir ku ev şelale bi hezaran salan heye û nabe ku ji nişka ve bimiçiqe. Cobo diyar kir ku gelek dane di destê wan de hene ku şelale ji ber bendava hîdroelektrîkê miçiqiye.

Ev şelale ji 2’ê Sibatê û vir ve miçiqiye û mala çavdêriyê ya girêdayî NASA’yê jî ev agahî piştrast kiribû.