Êzidî îro Cejna Çilê Zivistanê pîroz dikin

Cejna Çilê Zivistanê îro li Laliş û Şengalê bi coşeke mezin tê pîrozkirin.

Cejna Çilê Zivistanê yek ji cejnên herî pîroz ên baweriya Êzidiyan e ku dîroka xwe digihêje hezarê salan.

Cejna Çilê Zivistanê her sal di 2'ê Sibatê de tê pîrozkirin. Cejn li Lalişa Nûranî bi berfirehî tê pîrozkirin. Beşek ji rûspiyên civakê jî bi vê wesîleyê 40 rojî rojiyê digirin. Ji wan re tê gotin Çilegir.

ÇILEGIR KÎ NE?

Çilegir ew kes in ku 40 rojî rojiyê digirin, çi jin, çi jî mêr. Her kes dikare çileyê bigire. Lê dema kesek dixwaze çile bigire divê 40 rojî bigire. 20 roj ji demsala havînê, 20 roj jî ji demsala zivistanê.

Çilegir her wiha divê di nava civakê de were hezkirin, bi bîr û baweriya civakê zanibe, bi irf û adetên civakê baş zanibe.

Çilegir divê bi duaya sibehê, nîvro û êvarê zanibe. Her danî berê xwe dide rojê û ji bo her kesên rojperest duayê dike.

dema ku civak li derdora wê/î civiya jî divê ji wan re qala bîr û baweriya civakê bike, qewla bibêje, şîret û nesîhetan li kesên derdora xwe bike.

Çilegir di nava 40 rojî de her tiştî li xwe qedexe dike, nabe ji derveyî cihê Çile li cihekî rûnê. Ji ber ku ew cih cihekî taybet e.

Nîvê Çilê yanî di roja 20'an a rojiyê de Çilegir û rûspî cejnê pîroz dikin. Ji vê re jî dibêjin cejna nîvê Çilê.

Cejn îro li Laliş û Şengalê bi coş tê pîrozkirin.