Êş û azarên dayika wî kir ku bibe hekîm

Ciwanê Mexmûrî Salih Kara, êş û azarên dayika wî kişandî kir ku bi hewldan û derfetên xwe bibe hekîmek û ji giha dermên ji bo nexweşan çêbike.

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi qasî çîrok û serpêhatiyên xwe yên berxwedan, trajî û dramê jî, bi çîrokên xwe yên serketin û jiyanî jî ewqasî bi nav û deng e.

Careke din berê min li Mexmûrê ket. Demek bû dixwest çîrok û serpêhatiyên serketî binivîsim. Ji bo vê tim lêgerîn û çavê min li mijarên cuda û veşartî bûn. Di vê çarçoveyê de min ev ciwan nasîbû. Min xwest vê carê li şûna êş û janê serpêhatiyên serketin û bêderfetiyê gelek tiştên tên qezençkirin bidim nîşandan. 

ÊŞ Û AZARAN XISTE NAVA LÊGERÎNÊN ÇARESERIYÊ

Ciwanê bi navê Salih Kara ku li penaberiyê mezin bûyî, rastî gelek êş û eleman hatî, kê dizanî rojek wê bê bikare bibe hekîmek û ji xwezayê şifayê ji kesên mihtac re peyda bike. 

Êş û janên ku bi salan kişandî rojekê lê dike zorê û bi taybet piştî azarên dayika wî, dikeve nava lêgerînên mezin. 

AZARÊN DAYIKÊ EW KIŞAND HEKÎMIYÊ

Salih diyar dike ku sala 2008-2009’an rojek bi nexweşiyekê dayika wî felç dibe û berê xwe dide gel dayika Pujan ku wê demê hê sax bû rehmet nekiribû, bi dermanên Kurmancî ango Kurdî re mijûl bû, şifa belav dikir. Bi hinek dermanan re dayika Salih ji vê rewşê rizgar dibe û ev yek dibe gava ewilê ku berê Salih bide karê dermanê Kurmancî hekîmtiya bi giya derman çêkirinê. 

Salih dema dît ku şifa bi giya û xwezayê dibe, zêdetir berê xwe da gel Dayika Pujan û xwest fêrî vî karî bibe. Dem dem ji ber xwendina xwe derfetê heba diçû gel Dayê Pujan û dest bi nivîsandin û sûdên şînatî ku derman jê tê çêkirin dibe. Xwendinê derfetê wê nedida ku zêdetir biçe gel Dayê Pujan. Ev yek kir ku zêdetir berê wî bikeve şifaya bi şînatî û dermanên ku ji wê tên çêkirin. 

HESKIRIN Û DAXWAZÊN WÎ EW GIHAND DOXTORIYA GIYA 

Ev girêdan û heskirina karê dermanê ji şînatiyan ji dilê Salih Kara derneket û sala 2015’an li ser televîzyonê doxtorê giya yê bi navê Dr. Fayîq Ezîz Salih Serdoşî bû, dibîne û biryar dide ku li ber destê wî fêrî hekîmtiyê bibe. 

Salih destpêkê ji bo nexweşiya dayika xwe ya şekir berê xwe didin gel Doxtor Fayîq û dixwazin jêre dermanekê peyda bikin ku pê şifa bibîne û sax bibe. Piştî ku dayika Salih van dermanan bikar tîne, baş dibe, Salih zêdetir ber vî karî ve kaş dike û dibe xala dawî ku êdî xwe fêr bike. 

DOXTOR FAYÎQ MIRAZA WÎ ANÎ CIH

Êdî hew sebir û tebata Salih dihat, li gel doxtor Fayîq diaxive û niyaza xwe pêre parve dike. Doxtor jî jêre dibêje; ‘Em lê binêrin demekê, min dît zû digirî û baş pêş ve diçî. Ez ê te bigirim ba xwe.’ Bi wî rengî Salih jî hemû hêza xwe dide kar û zû pêş dikeve, gotina doxtor Fayîq li erdê nahêle û demek kin pêşketinên berbi çav nîşan dide û li ser vê doxtor jî soza xwe bi cih tîne û li gel xwe weke şagirt dide karkirin.

ÊDÎ DIBE HEKÎM Û SERKETÎ LI MEXMÛRÊ VEDIGERE

Salih weke şagirt ji meha 9 a 2015’an heta 2019’an li gel doxtor Fayîq bi hev re karê hekîmtî dikin. Di nava vê pêvajoyê de Salih xwe pir diwestîne û hema bêje çi tê gotin, digire û tomar dike. Li ber destê doxtor Fayîq jî belgeya xwe ya hekîmtiyê jî digire. Êdî dibe hekîmek ku bikare bi giya derman û şifayê bide. 

BÊDERFETÎ LI PÊŞIYA WÎ BÛYE ASTENG

Salih piştî ku belgeya xwe ya hekîmtî digire, dixwaze êdî li nava civaka xwe û gelê xwe kar bike. Di vê çarçoveyê de li malê vedigere. Lê mixabin ji ber mijarên aborî û nebûna ciheke baş ku bikare lê rûne û kar bike, heta vê gavê nekariye baş kar bike. Tevî van astengiyan jî Salih kesê bê çare nehiştiye li gorî derfetên xwe hewl dide kesên nexweş ku berê wî/ê dikeve ba wî derman jêre çêdike. 

‘XWEZA ÇAVKANIYA DERMANAN E’

Hekîm Salih diyar dike ku di xwezayê de hema bêje hemû şînatî derman in û ji bo mirovan bi sûd in û got: “Ji xwe çavkaniya hemû dermanan jî xweza û giyan e. Bi hezarê salan, ji Babîlan, Sûmeran bigire ji şînatî derman çêkirine û ji bo birîn û dîsa her derdî bikar anîne. Xwedî dîrok û koke hekîmtiya giya û şînatiyan.”

Salih anî ziman ku gelek nexweşî di nava civakê de hene, bi rêya şînatî tên çareserkirin û pêwîstî bi doxtorên tibê nîne û got: “Her nexweşiyek bi rêya şînatî yan çend şînatiyan tên çareserkirin. Em şînatiyan demê wê biharê berhev dikin, hinek hê şîn dikin derman û hinekan jî hişk dikin ji bo siberojê ku bên bikaranîn. Li gorî qiyas û giraniya nexweş tên amadekirin. Di roja îro de gelek nexweşiyên cûr be cûr xêde bûne. Ji îltihabê bigire heta gurçik, prostat, xitimîna demrê dil, romatîzim. Bi rêya şînatî ev nexweşî tên çareserkirin. Her wiha nexweşiya Korona ku bandorek mezin li ser cîhanê kir. Me li Pêncewîn bi rêya şînatiyê ew derbas dikir. 25 şînatî dihatin tevlîhevkirin û ji bo Koronayê hate çêkirin û bi vê yekê nexweşî dihate derbaskirin.”

DESTÊ ALÎKARIYÊ DIRÊJÎ KESÊN WIHA BIKIN

Herî dawî Salih diyar kir ku ji derve hinek sazî û rêxistinên çi Kurdî û çi jî biyanî bikarin destê xwe dirêjî wan bikin, ji bo bibin xwedî cihek ku bikarin di vî warî de karê xwe dewam bikin û got: “Derfetên di destê me de sînordar in. Daxwaziyek min heye, her kesê şarezayê giya û dermanên Kurdî be em bikarin li hev kom bibin û bikarin vê şarezayî û ezmûnên xwe parve bikin. Ji bo nexweşan bibin derman. Her wiha ev mîras winda nebe.”