Zelenskiy ji plana sabotajê ya li hemberî xeta neftê ya Bakur agahdar bû!

Li gorî nûçeya Wall Street Journal Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ji plana sabotajê ya li hemberî xeta boriya gaza xwezayê ya neftê ya Bakur (Nord Stream) agahdar bû.

Wall Street Journal di nûçeya xwe de xwe ku agahiyên xwe spart hevdîtinên ku bi 4 kesên beşdarî operasyonê bûne diyar kir ku Zelenskiy di destpêkê de destûr dabû van planan.

Li gorî rojnameyê, êrîş di civîneke Adara 2022’yan de hate plankirin ku sûbayên Ukraynayî û karsazên nêzî dewletê, beşdarî civînê bûn.

Hat diyarkirin ku operasyon nêzî 300 hezar dolar (272.000 euro) bû mal û ev operasyon ji aliyê karsazan ve hate fînansekirin. Budçeyeke wiha ya artêşa Ukraynayê tune bû.

Yek ji kesên eleqedarê mijarê, ji Wall Street Journal re got, Zelenskiy plan erê kiriye. Ev agahî ji aliyê sê kesên din ve jî hate piştrastkirin.