12’emîn Kongreya PKK’ê ya piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’ hate lidarxistin, biryarên dîrokî girtin. Bi van biryaran hem nîqaşên têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derbasî qonaxeke din bûn û hem jî di qada navneteweyî de gelekî deng veda. Biryarên kongreyê weke ku wê pêşiya pêvajoya çareseriyê vekin, xuya dikin û bi taybetî jî di serî de Ewropa ji gelek derdorên navneteweyî yên cuda daxuyaniyên piştgiriyê hatin dayîn.
Ev pêngavên ku çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên aştiyane û demokratîk xurt kirine, di heman demê de rê li ber bangên ku divê dewlet jî têkildarî çareseriyê gavên hewce û berfireh biavêje, vekirin. Piştgiriya navneteweyî ya her ku diçe xurttir dibe û bendewariyên civakê, nîşan didin ku divê ev derfeta dîrokî baş were bikaranîn û ji dest neyê dayîn.
Yek ji piştevanê kampanyaya ‘’Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’’ ya gerdûnî û dewam dike û siyasetmedarê Swîseyî yê navdar Remy Pagani têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘PKK GAVEKE DÎROKÎ AVÊT, DIVÊ DEWLET BERPIRSIYARIYÊN XWE BÎ CIH BÎNE’
Remy Pagani di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê gavên dîrokî yên ber bi aştiyê ve ne û anî ziman ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewlet berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û wisa tev bigere û got: ‘’Bi min biryarên kongreyê, gaveke ber bi aştiyê ve û pireke di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de ye. Hê nediyar e bê ka Erdogan wê têkildarî naskirina gelê Kurd gavan biavêje yan na. Îro hê jî gelek siyasetmedarên hatine hilbijartin û şaredar bes ji ber Kurdbûna xwe bêyî delîl li girtîgehan tên rehîngirtin.
Ev pêvajo, ji aliyê Ocalan û PKK’ê ve hate destpêkirin lê belê divê muxatabên resen Erdogan û Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) jî daxilî vê pêvajoyê bibin. Tişta ku dikeve berê Parlamenta Tirk û Erdogan ew e ku divê destê PKK’ê dirêj kiriye, bigire û bêyî ku zextê li gelê Kurd bike û weke gelekî qebûl bike û ji bo çareseriyê û aşitiyê bixebite.’’
‘DEMOKRATÎKBÛYÎN ŞERT E’
Pagani destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewleta Tirk demokratîk bibe û wiha pêde çû: ‘’Xala herî girîng a pêvajoyê divê demokratîkbûyîn be. Gelo bi rastî jî wê Tirkiye bibe dewleteke demokratîk, Erdogan û dewleta Tirk biguherin? Divê em li bendê bin. Nabe ku em li welatekî ku siyasetmedar hê jî tên rehîngirtin, hizra demokrasiyeke rastîn bikin. Girtina kesên hatine hilbijartin mijareke gelekî cidî ye. Ev li hemberî demokrasiyê êrîşeke sereke ye. Nayê qebûlkirin ku şaredar û welatiyên ku bi awayekî rewa û yasayî hatine hilbijartin werin girtin û yan jî li şûna wan qeyûm werin tayînkirin. Ez beşdarî gelek dozên darizandina siyasetmedarên Kurd bûme. Sûcdarkirinên li hemberî wan nayên qebûlkirin. Bêyî sûcdarkirinekê bi salan li girtîgehê tên rehîngirtin. Tu eleqeya vê rewşê bi demokrasiyê re tune ye. Bi rastî jî ev dîktatoriyek e.
Ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Erdogan dest bi lêgerînên demokrasiyê bike. Girtina parlamenterên ku bi dengên gel hatine hilbijartin bi rastî jî tê wateya dîktatoriyeke mezin. Ger biu rastî jî dixwazin çarçoveyeke yasayî ava bikin, divê destpêkê hemû kesên ku bi awayekî neheq û bêhiqûqî tên rehîngirtin, werin berdan.’’
‘DIVÊ HEMÛ MAF WERIN MISOGERKIRIN’
Pagani piştre bal kişand ser giringiya ji bo serketina pêvajoyê misogerkirina mafên bingehîn ên gelê Kurd û got: ‘’Naskirina mafên bingehîn ên gelê Kurd divê sereketirîn mijara vê pêvajoyê be. Bi nimûne, li Swîsreyê –em nebêjin gelên cuda- lê belê ziman, çand û siyasetên cuda hene. Girêdayî avaniyeke konfederasyon ev mafên bingehîn hatine misogerkirin û girîng tên dîtin. Bi nimûne em niha li herêma Swîsreyê ya ku lê bi Fransî tê axaftin, dimînin lê belê li Swîsreyê herêmeke ku lê bes bi Elmanî tê axaftin heye û nayê qebûlkirin ku Swîsreyîyên bi Fransî diaxivin ji ber hebûna xwe rastî zextê werin. Lê belê qedexeya li ser gelê Kurd tam jî ev e. Nasnekirina ji ber cudabûniyê. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe be. Ev şertê sereke yê hemû demokrasiyan e.’’
‘LI HEMBERÎ GAVÊN PKK’Ê DIVÊ OCALAN WERE BERDAN’
Siyasetmedarî Swîsreyî Remy Pagani di dewama axaftina xwe de a zanîn ku yek ji pêşşertê serketina pêvajoyê yê girîng azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û ev yek anîn ziman: "Divê pêşşertê muzakereyê serbestberdana Abdullah Ocalan be. Ji ber bi salên dirêj ji Abdullah Ocalan tu agahî nedihat standin, ez başdarî kampanyayên ji bo piştgiriyê û diyarkirina rewşê bûm. Agahîstandina ji wî ya a niha ez gelekî kêfxweş kirim. Girêdayî biryarên PKK’ê yên şênber divê pêngava yekem serbestberdana Abdullah Ocalan be."
Pagani da zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bibe nîşaneya nêzîkatiya dewleta Tirk a jidil û got: ‘’ Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, wê bibe nîşaneya muzakereyeke cidî ya ku Erdogan û dewleta Tirk ku bi rastî jî dixwazin aşitî pêk were. Beriya niha jî di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de hin hevdîtin hatin kirin lê belê mixabin ku encamek jê derneket. Ez a niha hêvî dikim ku li Kurdistan û Tirkiyeyê aşitî pêk were. Divê dewleta Tirk bi awayekî cidî li nêzî pêvajoyê bibe, pêngavan biavêje û divê ev pêngava yekem jî serbestberdana Abdullah Ocalan be.’’
‘METIRSIYÊN ÇEKBERDANÊ HENE’
Remy Pagani di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li gel çekberdana tevgereke ku têkoşîna azadiyê dimeşîne hin metîrsî jî rû didin û wiha pêde çû: "Ji bo piştgiriya pêvajoya çekdanîna FARC’ê ya li Kolombiyayê ez jî çûm. Li gel hikûmeta Kolombiyayê û Serokkomarê Kolombiyayê hevdîtin hebûn. FARC bi awayekî erênî li nêzî pêvajoyê bû û gotibû ku ‘em dixwazin çekan berdin.’ Girêdayî sozên hatin dayîn, bi rastî jî hemû gerîlayên FARC’ê çekên xwe berdan. Lê belê bi pêvajoyê re hate fêmkirin ku hikûmetê sozên xwe bi cih neanîn. Bi vî awayî beşeke FARC’ê dubare berê xwe da têkoşîna çekdarî. Rewşa îro li holê ye; çimkî mixabin ku hikûmetê berpirsiyariyên xwe bi cih neanîn. Ji ber vê yekê ez di wê hizrê de me ku di rewşên wiha de pêvajoyên aşitiyê gelekî tevlihev in. Em tim bi metirsiyê re rû bi rû ne. Ji bo pêkhatina aşitiyê divê her du alî jî hewl bidin û bixebitin."