Erdogan di vegera ji Macaristanê de li balafirê bersiv da pirsên rojnamevanan, bal kişand ser biryarên kongreya PKK'ê ku di 12'ê Gulanê de hatin ragihandin û got, "Her ku ji wesayita çekê rizgar bibe, wê DEM Partî bêhtir firsendê bi dest bixe ku têkoşîna siyasî bi rengekî hîn cuda bimeşîne."
Erdogan got, "Li Meclîsê zêdeyî 50 wekîlên xwe hene. Siyasetê bi rengekî hîn xurt bimeşîne wê avantajên nû bide DEM'ê. Gava ku DEM 'ê di dema nû de cudahiya xwe nîşan da, ev yek hem ji bo bingeha wan hem jî ji bo welatê me wê bi xêr be."
Erdogan li ser bangên ji bo destûra bingehîn a nû got, "Tirkiye diguhere, cîhan diguhere. Em di serdemeke nû de ne, em ber bi serdemeke nû ve diçin."
Erdogan got, "Me di nava 40 salên derbasbûyî de dît bê çiqasî zehmet e ku bi destûra bingehîn a darbekaran civak bibe yek" û bi vî rengî dewam kir, "Tirkiye êdî bi destûra bingehîn a darbekaran nikare ber bi siberojê ve bimeşe. Pêwîstî êdî bi destûreke bingehîn a sivîlan heye, ne ya darbekaran. Ji bo vê jî weke AK Partî em kar dikin. Me têkildarî vê yekê wezîfe dane hin hevalên xwe. Mesele ew e ku Partiya Gel a Komarê wê bi me re ji bo destûra bingehîn a hevpar û sivîl bikeve ser vê rêyê yan na? Ya girîng ev e. Em dibêjin, werin em dest bidin hev. Em komîsyonên xwe ava bikin, bi rêya van komîsyonan em destûreke bingehîn a sivîl tavilê ava bikin û pêşkêşî gelê xwe bikin."
Erdogan diyar kir ku pirsgirêka wan bi çar xalên destpêkê yên destûra bingehîn re nîne û got, "Em ê tenê nexşerêyê diyar bikin. Em dikarin bi lez heyetên xwe ava bikin. Di dema Serokwezîrtiyê de jî me ev kar kiribû, em dîsa karin bikin, wê zêde dewam neke. Her wiha destûra bingehîn em ji bo welatê xwe dixwazin, ne ji bo xwe. Derdekî min nîne ku careke din bêm hilbijartin an jî bibim namzet."