Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku di 27'ê Sibatê de hate kirin, PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de Kongreya 12'emîn kom kir. PKK'ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî encamên kongreyê de ragihand ku ji kadroyên damezrîner Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şehîd bûne. Li dû vê ragihandin li gelek bajarên Kurdistanê ji bo Altûn û Kaytan çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
Beşdarên bîranîna li Amedê daxwazên xwe yên ji bo aştiyê ji ANF'ê r nirxandin.
'EM TENÊ AŞTIYÊ DIXWAZIN'
Sakîne Behçet: Em her kesên ku bûn wesîleya vê pêvajoyê û di vê oxirê de canê xwe dan bi hurmet bi bîr tînin. Em aştiyê dixwazin. Em Kurd û rêberê wan xwedî li pêvajoya aştiyê derketin.
Yekane daxwaza me ew e ku êdî ew jî gavê biavêjin. Ji bo aştiyê em ê li her derê bin. Em ê ji bo aştiyê têbikoşin û li ber xwe bidin. Heta ku aştî bê vê xakê em ê têbikoşin.
Em naxwazin êdî kes bimire, dayik bigirîn. Em naxwazin ne gerîla ne jî leşker bimirin. Hem gerîla hem jî leşker zarokên me ne.
'EM DIXWAZIN KU ÊDÎ ŞER BIQEDE'
Menîce Yenîr: Me ji bo aştiyê gav avêt; em aştî û wekheviyê dixwazin. Em her tim ji aştî û wekheviyê re amade ne. Ji bo aştiyê me timî destê xwe dirêj kir. Em dixwazin êdî ev şer biqede. Em naxwazin ku êdî dayik bigirîn. Em bi saya şehîdên di vê oxirê de canê xwee dane li qadan e. Bi saya têkoşîna wan em îro li vir in. Em ji wan û têkoşîna wan bawer dikin.
'GELÊ KURD AŞTIYÊ DIXWAZE'
Fesîh Altûn: Em pêvajoya aştiyê ya nû gelekî girîng dibînin. Em gel aştiyê dixwazin, lê belê baweriya me bi vê sîstemê nîne. Yekane daxwaza me ew e ku ev pêvajo bi rengekî rast û durust bimeşe.
Şerê ku sed sal in dewam dike, em dixwazin tavilê bi dawî bibe. Em dixwazin ev şerê qirêj ê li ser Kurdan biqede. Gel naxwaze ku ev şer êdî dewam bike.
Gelê Kurd ji bo aştiyê têkoşîneke mezin dimeşîne. Gelê Kurd dixwaze şer biqede. Divê ev rastî biqede. Em hemû hevalên ku di rêya aştiyê de şehîd bûne bi hurmet bi bîr tînin.
'WERIN EM BI HEV RE TÊKOŞÎNÊ BIMEŞÎNIN'
Halîme Akman: Em li ser rêya Rêber Apo ne û wî dişopînin. Em di rêya şehîdên xwe de ne. Em ê gotina Rêber Apo li erdê nehêlin.
Bila her kes baş zanibe ku em gelê Kurd ji bo aştiyê têdikoşin. Divê Tirk jî daxwaza aştiyê bikin. Bila ne zarokên wan ne jî yên me bimirin. Me ji bo jiyanê zarokên xwe anîne dinyayê.
Bang li dayikên Tirk dikim: Werin em ji bo aştiyê bi hev re têkoşînê bimeşînin.