Yekîtiya Ewropa nîjadperest û faşîstan fînanse dike

Yekîtiya Ewropayê, di nava du salên dawî de bi 2,3 mîlyon Euroyî alîkarî da APF û AENM, ku kom û partiyên nîjadperest, Nazî û faşîst di bin sîwana Yekîtiya Ewropayê de ava kirine.

Ji ber nerazîbûnan, biryara lêpirsînê û sekinandina alîkariyê hate dayîn. Lê belê tevî vê yekê jî Parlamenta Ewropayê biryar da, di sala 2017'an de alîkariya aboriyê bi APF bike.

Bi saya vê alîkariya Yekîtiya Ewropayê, kom û partiyên nîjadperest û faşîst xwe hîn bêhtir bi rêxistin dikin, xebatên xwe yên dijminatiya li biyaniyan û Îslamîfobîk zêde dikin.

Yekîtiya Ewropayê di sala 2014'an de, ji bo pêşî li dayîna alîkariya aborî ji kom û partiyên dijberê demokrasiyê bigire, pîvanên alîkarîdayînê guherand. Siyasetmedarên Yekîtiya Ewropayê li dû hev daxuyanî dan û gotin, nabe ji partiyên ne demokratîk re alîkarî were dayîn. AENM jî ev biryar şermezar kir.

Kovara Expo ku xebatên komên nazî û dijminên biyaniyan, nîjadperestan ên li Swêd û gelemperiya Ewropayê dişopîne, da xuyakirin, ku Yekîtiya Ewropa li gorî vê biryarê tevnagegre. Kovarê ragihand, Yekîtiya Ewropa alîkariya aborî ya ji bo APF û AENM'ê didomîne.

Piştî ku biryara sekinandina alîkariya aborî ji bo partiyên nîjadperest û faşîst hat girtin, di sala 2014'an de 10,1 mîlyon kron ji AENM, ji weqfa bi navê 'Ewropa nasname û kevneşopiyan' re 5,6 mîlyon kron alîkarî hat dayîn. Par ji APF re 3,6 mîlyon, ji Ewropa Terra Nostra re jî 1,8 mîlyon kron hat dayîn.

Tevî ku biryara tundkirina pîvanên alîkariyê di sala 2014'an de hat girtin, ji ber ku Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz got wê biryar di Çileya 2017'an de bikeve meriyetê, alîkariya aborî ya ji bo partiyên nîjadperest dewam kir.