YE bang li Rûsya û Amerîkayê kir ku bila li gorî peymana nukleer tevbigerin
Piştî ku hate diyarkirin ew ê DYE xwe ji Peymana Hêzên Nukleer a Menzîla Navîn vekişîne, Yekîtiya Ewrûpayê bang li DYE û Rûsyayê kir ku bila diyalogê bidomînin.
Piştî ku hate diyarkirin ew ê DYE xwe ji Peymana Hêzên Nukleer a Menzîla Navîn vekişîne, Yekîtiya Ewrûpayê bang li DYE û Rûsyayê kir ku bila diyalogê bidomînin.
Maja Kojîcancîc ê ku berdevkê Nûnerê Bilind a Polîtîkaya Derve ya YE Federîca Mogherînî ye got ku, “DYE û Rûsya ji bo parastina vê peymanê divê diyaloga xwe bidomînin. Ji ber ku pêkanîna vê peymanê ji bo YE û ewlehiya global gelekî girîng e. Bi vê peymana Hêzên Nukleer a Menzîla Navîn a ku di sala 1987’an de hatibû îmzekirin re nêzî 3 hezar fuze hatin vekişandin û îmhakirin.”
Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku Moskova vê peymanê binpê dike û ji ber jî ew ê xwe ji peymana nukleer vekişînin.
Berdevkê NATO’yê Oana Lûngescû jî ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku Rûsya INF jî tê de li gorî peymanên navparzemînî tevnagere û gumanên li ser Moskovayê gelekî zêde ye.
Berdevk got ku, “Tifaqê pergala fuzeyên Rûsyayê ya bi navê 9M729 tespît kir. Rûsyayê ev tişt înkar kir lê piştre qebûl kir û agahiyên pêwist jî neda.”