WHO ji ber nexweşiyên Mpoxê di asta navneteweyî de alarm ragihand

Rêxistina Tenduristiyê ya Navneteweyî (WHO) ji ber zêdebûna nexweşiyên ji ber Mpox (kulîlka meymûn' a li Efrîkayê, di asta herî bilind de li qada navneteweyî alarma tenduristiyê da.

Dîrektorê Giştî yê WHO'yê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Îro komîteya rewşa lezgîn li hev civiya û ji min re ragihand ku rewş li ser tenduristiya gel a navneteweyî çiqasî lezgîn e. Min ev pêşniyar qebûl kir."

Serokê WHO'yê got, "Rewşeke welê ye ku me hemûyan eleqedar dike."

Yekane kesê ku li ser pêşniyara komîteyeke pisporan a demkî di asta navneteweyî de dikare rewşa lezgîn a tenduristiya gel ragihîne Serokê WHO'yê ye.

Serokê koma pisporan Dimie Ogoina ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku 15 endamên komîteyê yên tevlî civînê bûn di wê baweriyê de ne ku ji bo ragihandina rewşa lezgîn a tenduristiya gel, şert û merc hene.

Ajansa Tenduristiyê ya Yekîtiya Efrîkayê roja Sêşemê li pêşberî şewba mpoxê ya li Efrîkayê belav bûye, 'rewşa lezgîn a tenduristiya gel' ragihand ku asta herî bilind a alarmê ye û ji bo pêşîgirtina li belavbûna şewbê banga çalakiyê kir.

Li gorî daneyên ajansa tenduristiyê ya Efrîkayê, ji Çileya 2022'an û vir ve li 16 welatên Efrîkayê bi giştî 38 hezar û 465 nexweşên bi vîrûsa 'kulîlka meymûn' hatiye tespîtirin. Ev yek li gorî salek berê tê wateya zêdebûna ji sedî 160'î ku hezar û 456 kes mirin.