Venezûela DYE'yê sûcdar dike ku fermana 'darbeya faşîst' daye

Rêveberiya Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro, piştî tepisandina darbeya leşkerî daxuyaniyek da û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) sûcdar kir ku fermana "darbeya faşîst" daye.

Madûro li televîzyonê axivî û ji Wezîrê Karên Derve Jorge Arreaza xwest ku têkiliyên bi DYE'yê re di ber çavan re derbas bike.

Çend saet beriya vê daxuyaniyê Wezîrê Ragihandinê Jorge Rodrîgûez diyar kir ku Alîkarê Serokê DYE'yê Mîke Pence ferman daye "terorîstan" ku di çalakiyên protestî yên vê Çarşemê de şîdetê provoke bike.

Mûxalefetê bang kiribû ku li dijî hikumeta Madûro roja Çarşemê dakevin qadan. Roja Yekşemê jî komek ji leşkeran banga serhildana gel kiribû.

Li gorî Wezîrê Ragihandinê, 27 leşkerên roja Duşemê hatin girtin, beşek ji çekên ku dizîbûn radestî çalakiyên mûxalefetê kiribûn. Rodrîgûez diyar kir, ji bo di dema çalakiya protestoyî de rê li ber mirin û birîndarbûna mirovan bê vekirin, hewldaneke wiha hatiye kirin.

Wezîrê Ragihandinê anî ziman, kesên ku çek radestî wan hatiye kirin, "sivîlên hucreya Volûntad Popular a terorîst" e. Volûntad Popûlar weke partiya Leopoldo Lopez û Serokê Parlamentê Jûan Gûaîdo yên hatin girtin, tê naskirin.

Li gorî daxuyaniya wezîr, van kesan plan dikirin ku kincê leşkerî li xwe bikin û guleyan li çalakgeran bireşînin.