Tedbîqata DYA-Koreya Başûr hate belatkirin

Tedbîqata leşkerî ya hevpar a  DYA-Koreya Başûr a ji bo kêmkirina aloziyan ji ber nerazîbûna Koreya Bakur hate betalkirin.

Di navbera Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) û Koreya Bakur de muzakeryên paqijkirina nukleerê îsal destpêkirin û hê jî didome û ji ber vê jî tedbîqata leşkerî ya bi Koreya Başûr re bibû mijara rexneyan. Di civîna hevpar ya DYA û Koreya Başûr de biryar hate dayîn ku tedbîqata Vîgîlant Ace were betal kirin.

Biryar di civîna Wezîrê Parastinê yê DYA Jîm Mattîs û hempîşeyê wî yê Koreya Başûr Jeong Kyeong Doo li Sîngapûrê di konferansekî ewlehiyê de hate dayîn.

Berdevka Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) Dana Whîte jî ragihand ku tedbîqata leşkerî ya dihate plankirin ku meha Kanûnê were lidarxistin ji taloqî dîrokeke ne diyar hatiye kirin.