Tecrîd li Toronto hate şermezarkirin

Kurdên li Torontoyê, tecrîd şermezar kirin û Leyla Guven silav kirin.

Kurdên li bajarê Toronto yê Kanadayê, ji bo destekê bidin Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Kurdistanî li Yonge&Dundas'ê li hev civiyan ku navenda Torontoyê ye û posterên Ocalan û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven hildan.

Çalakî ji aliyê Navenda Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê ve hate organîzekirin. Di dema daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn. Çalakgeran bang li civaka navneteweyî kirin ku bi berpirsyarî rabe.

Kurdistaniyan piştî daxuyaniyê belavok belav kirin û ragihandin, wê çalakiyên xwe bidomînin.