Talîbanê heta niha dest daniye ser 5 paytextan

Talîbanê li Efganistanê paytextê wîlayeteke din desteser kir. Ji roja Înê û vir ve Talîbanê 5 paytext xistiye bin kontrola xwe.

Roja Yekşemê Talîbanê berê bajarê Kûndûzê, pişte Sar-î Pol, Talûkan xist bin kontrola xwe. Roja Înê jî bajarê Zerenc û roja Şemiyê jî bajarê Şibirganê desteser kiribû.

Li gorî rayedarekî ewlekariyê hêzên Efgan û rêveberên herêmî reviyane navçeyeke nêz.

Talûkana ku wê nifûsa wê 300 hezar e di salên 2015 û 2016’an de du caran ketibû destê Talîbanê.

Talîban desteserkirina bajarê Kûndûzê ji xwe re wekî serkeftineke mezin dibîne.

Talîban di dawiya meha Hezîranê de deriyê sînor ê Şîr Han Benderê ya li başûrê Tacikistanê jî destese kiribû. Ji bo têkiliyên ekonomîk ên bi Asyaya Navîn re ev derî gelekî girîng e.

Di rojên dawîn de Talîban êrişî bajarên Kandahaar, Herat û Leşkergahê dike. Ev her sê bajar jî bajarên mezin in.

Hêzên Efgan zêde li ber xwe nadin. Ji 34 paytextên wîlayetan 5 paytext ketiye destê Talîbanê. Navçe û qadên bejahî jixwe di bin kontrola Talîbanê de bû.