Talîbanê di nava 48 saetan de paytextên sê wîlayetan bi dest xist

Bajarê mezin ê li bakurê Efganistanê Kûndûz sibeha Yekşemê kete bin kontrola Talîbanê.

Talîbanê di nava 24 saetên dawî de sê paytextên wîlayetan bi dest xist. Li bajarê çaremîn jî şerekî giran diqewime.

Bajarê Kûndûzê serê sibehê ket. Talîbanê kontrola avahiyên sereke yên li bajêr hemû xiste destê xwe.

Ji sala 2015'an û vir ve bajarê Kûndûzê bû cara çaremîn ku kete destê Talîbanê.

Kûndûz bi 300 kîlometreyî dûrî paytext Kabûlê ye û bi 50 kîlometreyî li başûrê sînorê Tacîkistanê ye.

Talîban kete nava bajarê Sar-î Pol jî ku li bakur rojavayê welêt e. Hate ragihandin ku li nava kolanan şer dewam dike.

Rojên În û Şemiyê jî bajarê Zerencê yê li başûr rojava û bajarê Şîbîrganê yê li bakurrojavayê welêt ketibû destê Talîbanê.

Ji meha Gulanê dema destpêkirina vekişîna hêzên DYE'yê û vir ve Talîban ji her alî ve êrişan dike. Vekişîna hêzên Emerîkî hema bêje temam bûye.

Hêzên Efgan ku bi rengekî lawaz li ber xwe dide, ji bilî paytext Kabûlê paytextên eyaletan kontrol dike. Sê ji wan ketin destê Talîbanê. Navçe û qadên bejahî jî di kontrola Talîbanê de ne.

Rejîma Talîbanê ku li gorî pîvanên tund ên Îslamê tevdigere, ji sala 1996'an heta 2001'ê li ser desthilatdariyê bû. Ev rejîma ku beriya 20 salan bi destwerdana DYE'yê hilweşiya, her roj herêman bi dest dixe û xwe ji bo vegera li desthilatdariyê amade dike. Li gorî çavdêran, hikumeta Kabûlê wê têk biçe.