Talîbanê berê xwe da Mezar-i Şerîf, DYE'yê dest bi dîplomasiya 'agirbestê' kir

Talîbanê ku ji 34 paytextê wîlayetan 6 jê kontrol kiriye, vê carê berê xwe da Mezar-i Şerîf. DYE'yê jî ji bo agirbestê giranî da ser hewldanên dîplomatîk.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYE'yê, sefîrê taybet ê DYE'yê Zalmay Halîlzad "Ji bo alîkariyê bide destnîşankirina bersiveke navneteweyî ya hevpar a li hemberî rewşa nebaş a li Efganistanê" çû Dohayê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Zalmay bang li Talîbanê kiriye ku operasyona leşkerî rawestîne, ji bo aramî û pêşveçûna Efganistanê bi rêya danûstandinan bigihêje lihevkirineke siyasî.

Rêveberiya DYE'yê di daxuyaniyên xwe yên hefteyên derbasbûyî de ragihand ku wê di mijara perwerdeya leşkerî de piştgiriya ji bo hikumeta Kabûlê dewam bike, lê belê biryara diyarkirina çarenûsa xwe di destê Efganan de ye.

Berdevkê Pentagonê John Kirby got, "Parastina welatê xwe, şerê wan e."

Piştî ku DYE'yê ji meha Gulanê û pê ve bi rengekî fermî dest bi vekişandina hêzên xwe kir, Talîbanê ji her eniyê ve dest bi êrişê kir. Vekişîna hêzên Emerîkî hema bêje temam bûye.

Li bakurê Efganistaên rewş zû guherî. Roja Yekşemê di nava çend saetan de Kûndûz, talûkan û Sar-î Pol kete destê Talîbanê. Rojên În û Şemiyê jî Zerenc û Şîbîrgan, roja Duşemê jî Aybak kete bin kontrola Talîbanê. Hin bajar jî bi navbeynkariya hin rûspiyan bêyî şer biqewime hatin teslîmkirin. Aybak yek ji wan bajaran bû ku bêyî berxwedan lê bê kirin hate teslîmkirin. Di rewşa heyî de ji 34 paytextên wîlayetan 6 jê ketine destê Talîbanê. Li çar paytextên wîlayetan jî şer dewam dike.

Bi hezaran kes ji bakurê welêt reviyan, malên xwe terikandin. Piraniya wan gihîştin paytext Kabûlê. Li gorî UNICEF'ê di nava sê rojên dawî de tenê li wîlayeta Kandaharê herî kêm 20 zarok ji ber şer mirin, 130 jî birîndar bûn.

Talîbanê berê xwe da Mezar-i Şerîf. Talîbanê ragihand ku wan êriş birine ser Mezar-i Şerîf. Lê belê şênî û rayedarên herêmê diyar kirin ku Talîban hîn negihîştiye bajêr. Li gorî polîsan şer bi 30 kîlometreyî nêzî bajêr diqewime.

Mezar-i Şerîf ku bajarekî dîrokî û xaçerêya bazirganiyê ye, her tim bû çavkaniya bingehîn a ku hikumet bakurê welêt kontrol bike. Ev bajar bikeve wê derbeke giran bixwe.

Waliyê berê yê wîlayeta Belhê ku bajar lê ye Mûhammed Atta Nûr diyar kir ku wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Atta Nûr li ser Twitterê peyamek weşand û got, "Li şûna mirina ji bêhêvîtiyê ez mirineke bi rûmet tercîh dikim."