Talîbanê 9 Hazarayên Şîî qetil kir

Talîbanê yê kontrola Efganistanê bidest xistî, li herêma Ghaznî ya başûrê rojhilatê welat 9 kes ji neteweya kêmhejmar a Hazara yê Şîî kuşt.

Di daxuyaniya ku Rêxistina Efûya Navnetewî dayî de hatiye gotin ku komek Talîbanê bi ser gundê Mûndarakhtê girtine û 6 kes gulebaran kirine. Endamên Talîbanê piştre 3 kesên din jî bi êşkenceyê qetil kiriye.

Sekreterê giştî yê Rêxistina Efûyê Agnes Callamard ku têkildarê mijarê daxuyanî da diyar kir, “Wehşeta xwînsar a van cînayetan paşeroja Talîbanê bibîr dixîne û di heman demê de nîşan dide bê ka desthilata Talîbanê dikare çi bi xwe re bîne.”

Endamên Talîbanê li paytext Kabûlê bi ser mal bi malan digire û li kesên ku li ser navê hikumeta Efgan kar dikin digere. Tê gotin ku gelek kes di van serdegirtinan de hatine destgîrkirin.

Rojnamevanekê ku bi navê Deûtsche Welle li welat kar dike jî diyar kir ku xizmek wê ji aliyê Talîban ve hatiye kuştin.

WELATIYEK ELMAN BIRÎNDAR BÛ

Li gorî agahiyên medyaya Elman, îro welatiyekê Elmanî dema diçe balafirgeha Kabûlê birîndar dibe. hate ragihandin ku ew kes zilam e û rewşa birîndariya wî ne metirsîdare û ji wê derê hatiye derxistin.

NY: RÊYÊN DERKETINÊ VEKIRÎ NÎNIN

Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî têkildarê rewşa li Efganîstanê daxuyaniyek da û eşkere kir ku ji bo kesên ku dixwazin ji welat derkevin rêyekî bi ewle tuneye. NY’ê dubare bang li welatên cîranê Efganîstanê kir ku sînorên xwe vekirî bihêlin û got ku girêdayî rewşa li welat pêş dikeve ew di mijara binpêkirina mafê mirovan bi taybetî li hemberî jin û zarokan bi fikarin.