Talîbanan paytexta parêzgehek din jî xiste destê xwe

Paytexta parêzgeha Samangan Aybak a dikeve bakurê Efganistan jî kete destê Talîbanan.

Walîtıya Samanganê ragihand ku Talîbanan bajarê Aybakê xiste destê xwe û ‘bi tememî kontrol’ kiriye.

Li gorî rayedarên herêmî şeva Yekşemê senetoreke berê xwe radestî Talîbanan kiriye, ji roja Duşemê û vir ve rûsipiyên bajar ji bo şerek rû nedin, daxwaz ji walî kiriye ku hêzên xwe vekişînin.

Ji roja Înê û vir ve hejmara paytextên ku Talîbanan xistine di bin kontrola xwe de gihşte 6’an.

Talîban di dawiya meha Hezîranê de deriyê sînor ê Şîr Han Benderê ya li başûrê Tacikistanê jî destese kiribû. Ji bo têkiliyên ekonomîk ên bi Asyaya Navîn re ev derî gelekî girîng e.

Di rojên dawîn de Talîban êrişî bajarên Kandahaar, Herat û Leşkergahê dike. Ev her sê bajar jî bajarên mezin in.

Hêzên Efgan zêde li ber xwe nadin. Ji 34 paytextên wîlayetan 6 paytext ketiye destê Talîbanê. Navçe û qadên bejahî jixwe di bin kontrola Talîbanê de bû.