Talîban dikeve Kabûlê

Talîban vê yekşemê vê yekşemê pir nêzîk bû ku desthilata Efganîstanê bi temamî kontrol bike. Ji bilî Kabûlê hemû bajarên mezin ên stratejîk ketin destê Talîban. Talîban dest bi ketina nav Qabûlê kir.

Talîban sibeha yekşemê Celalabad bi dest xist. Şêniyên bajêr sibehê bi alayên Talîban şiyar bûn.

Berdevkê Talîban Zabîhûllah Mucahîd ragihand ku ew ketine paytexta wilayeta Nangarharê Celalabadê û hemû dever kontrol kirine.

Êvara şemiyê jî bajarê mezin ê çaran Mezar-Şerîf kete destê Talîban.

Piştî ku hêzên Emerîkî Gulanê dest bi vekişandinê kirin Talîban ji her alî ve êrîş anîn.

Talîban di nav deh rojan de piraniya welêt bi dest xist, xwe gihande ber deriyê Qabûlê. Her ku Talîban bi pêş ve çû bajar bi rehetî ketin. Ti berxwedaniyeke nehate kirin. Piraniya bajaran li hev kirin û teslîmî Talîban kirin.

Di destê hikûmetê de bajarê herî mezin Kabûl ma. Ji bilî Kabûlê hin bajarên biçûk jî mane ku ev bajar belavwele ne û ti giringiya wan a stratejîk nîne.

Yekşemê Talîban dest pê kir ku bikeve Kabûlê. Rayedarên hikûmetê ku ji AP'ê re axivîn gotin Talîban ketine Kalakan, Karabah û Pahmanê.