Stasyona çavdêriyê ji ber germa global bar dike

Ji ber germa global, qeşa li cemseran roj bi roj dihele. Navendeke lêkolînê ya li Antarktîkayê, ku çavdêrî li guhertina avhewayê dike, wê ji ber germa global bar bike.

Li gorî daxuyaniya saziya lêkolînê ya bi navê Brîtîsch Antarctîc Sûrvey, stasyona çavdêrî û lêkolînê Halley VI a li Cemsera Başûr wê ji neçarî bar bike.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li ser qeşayên li dora stasyonê du derzên mezin hatine dîtin û hat gotin, 7 ji 8 modulên kar û jiyanê yên li stasyosnê ji ser qeşayê derbasî rûyê erdê hatine kirin.

Hat ragihadin, piştî ku qeşa ji ber germa global heliya, biryara barkirina vê stasyona lêkolînê hatiye girtin.