Siûdî naxwaze ambargoya petrolê deyne ser mişteriyên xwe!

Erebîstana Siûdî ragihand, ew naxwazin mîna sala 1973'an ambargoya petrolê deyne ser muşteriyên xwe yên rojavayî.

Wezîrê Enerjiyê yê Siûdî Halîd el Falihji ajansa nûçeyan a Rûs Tassê re axivî û ji bo pirsa "rîska şoqeke nû ya petrolê heye yan na?" got, "Nêteke me ya bi vî rengî nîne."

Rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi roja 2'ê Cotmehê ketibû Konsolosxaneya Siûdî ya li Stenbolê û windabûna wî ya piştî ketina konsolosxaneyê rê li ber krîzê vekiribû. Piştî zextên giran, Erebîstana Siûdî piştrast kir ku rojnamevan miriye, lê îdîa kir ku 'bi qezayê' miriye. Zêde kesî baweriya xwe bi vê daxuyaniyê neanî. Serokê DYA'yê Donald Trûmp ku hewl dide krîzê sivik bike, ji bo vê daxuyaniya Riyadê got, "cihê baweriyê ye."

Li gorî Wezîrê Enerjiyê yê Siûdî, ev bûyer wê bibihure. Wezîr El Falih got, "Lê belê Erebîstana Siûdî bi erk û berpirsyariya xwe radibe. Bi dehan salan me polîtîkaya xwe ya li ser petrolê ji siyasetê vegirt û weke amûreke aboriyê ya xwedî berpirsyarî bi kar anîn."

Wezîr El Falih wekî din diyar kir ku wê Erebîstana Siûdî di demeke nêz de rojane 11 milyon varîl petrolê hilberîne. Niha 10.7 milyon varîl petrolê hildiberîne.