Sirbistan dixwaze alfabeya Kîrîlê bê bikaranîn

Sirbistan dixwaze ku li tevahiya welêt alfabeya Kîrîlê bê bikaranîn.

Sirbistan û Sirpên Bosnayî piştî ku qanûneke nû li ser nasnameya xwe qebûl kirin, biryar dan ku bikaranîna alfabeya Kîrîlê bê zêdekirin. Hikumeta Siribistanê bikaranîna alfabeya Kîrîlê û nasnameya neteweyî weke hev dibîne.

Li herdu parlamentên Sirbistanê bi wesîleya "Roja yekîtiyê ya Sirp" pêkanînek ku ji sala derbasbûyî û vir ve di meriyetê de ye, veguherî qanûnê.

Bi hinceta ku têkildarî bikaranîna alfabeya Kîrîlê hin kêmasî û astengî rû bide, hikumet plan dike ku ji bo şîrketên taybet ên alfabeya Kîrîlê bi kar tînin bacê kêm bike.

Sirpî bi qasî alfabeya Kîrîlê her wiha bi alfabeya Latînî jî tê nivîsandin. Lê belê alfabeya Kîrîlê hîn kevneşop tê dîtin.