Serokwezîrê Taylandê ji wezîfeya xwe hate girtin

Edaleta Taylanê Serokwezîr Srettha Thavisin ê ku bi binpêkirina quralên etîk hate sûcdarkirin, ji wezîfe girt.

Dadger Punya Udchachon biryar xwend û diyar kir ku bi dengê dadgeran dawî li wezîfeya Srettha anîne.

Udchachon ragihand ku Serokwezîr wezîrekî ku di sala 2008’an de cezayê girtîgehê lê hatî birîn, “tayîn kir û bi vî rengî mînaka dirûstiyê nîşan nedaye” û anî ziman ku hemû endamên hikûmetê jî bi rengekî hemwext wezîfeyên xwe ji dest dan.

Serokwezîr ev îdîa kir: “Ez rêzê li hemberî biryarê digirim. Ez dubare dikim, di tevahiya saleke ku ez li ser wezîfeyê de, ji bo ku ez welêt bi dirûstî bi rêve bibim, her tişta ji destê min hatî min kir.”

Hîna namzetekî eşkere ku li şûna serokwezîr bê diyarkirin, nîne. Ev yek qraliyeta Taylandê ber bi nediyarbûnê ve dibe.